Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştguhketî û nezanî

10:04 - 8 Çirriya pêşîn 2019

 Kerîm Perwîzî

Dijatiya welat yan desthilatekê ku hukmê dike ser cihekî, dikare bi sedemên cuda be. Bi vê wateyê ku tevahiya dijberên wê desthilatê wekhev nîn in û bi armanceke hevpar, dijatiya wê nakin.

Dibe ku hin ji wan, tenê ji ber ku bixwe hevparên desthilatê nîn in, rola opozîsyonê dilêzin. Eger rojekê hinek ji şêrîniya desthilatê bigihe wan, dibe ku êdî dev ji dijatiya wê berdin. Hinek jî hene ku hertim dijber in û dijatiya tevahiya desthilatan dikin.

Di nav van du cureyên dijberan de, dibe ku bi dehan û sedan sedem hebin ku hin kes di pêgeha opozîsyonê de bi cih bibin. Dibe ku mafê girûpa wan hatibe binpêkirin yan jî di warekî de siyaseta desthilatê qebûl nekin. Herwisa dibe ku bi giştî îdeolojî û hizreke cuda a wan hebe.

Di opozîsyona Îranî de jî tevahiya van reng û rûmetên cuda têne dîtin. Gelek kes û alî hene ji ber ku ew hatine piştguhxistin, dijatiya desthilatê dikin.

Di 4 dehikên sitemkariya Komara Îslamî de gelek tevgerên bi vî rengî derketine holê û pişt re jî bê bandor bûne. Êdî weke take kesan û yan jî weke hin kesên cudabûyî li cihekî ketine. Ji wan re pirsyar çê dibe ku gelo çima xelk guh nade wan û nakeve pey wan. Ji xwe slogan û risteyên wan baş û bedew in lê çima xelk, wan weke alternatîv nabîne?

Ev piryar, gelek sereke û hestyar e û dibe ku ti yek ji wan, bi rengekî eşkere û bê tirs bersiva vê pirsyarê nede. Tevahiya wan û take kesên cudabûyî jî, xwe weke rêberên xelkê binav dikin. Lê belê piştî ku çend salan bê bandor dimînin û têne piştguhxistin, ev pirsyar li cem wan çê dibe ku çima ew nebûne alternatîv? Tevger wê çawan bikare bibe alternatîv û divê ew tevger çawan be?

Yek ji mercên ku tevgerek yan kesek bikaribe li hemberî desthilat bibe opozîsyoneke ciddî, ev e ku siyaset û nerîneke tam dijî îdeolojî û siyaseta wê desthilatê hebe. Merceke din jî ev e ku rast e divê ev siyaset û îdeolojî li dijî desthilatê bin, lê belê divê xelk jî van siyasetan qebûl bike. Nabe îdeolojiyeke parvemayî a weke DAIŞê, wek alternatîva Wîlayeta Feqîh bê binavkirin. Lewma jî merca duyemîn ev e ku xelk, vê siyasetê qebûl bike. Dema ku pilankerên vê siyasetê xwestek, şiyan û hêviyên xelkê fêm bikin û tevahiya reng û cudahiyên nava civakê bibînn, wê demê wê xelk siyasetên wan erê bike.

Kesê ku dixwaze siyasetekê danî lê ti pêwendiyeke wî bi civakê re tine be û tevahiya rengên cuda ên di nava civakê de nebîne, tenê dikare siyasetekê danî ku beşeke kêm ji civakê wê siyasetê erê dikin û weke wî mirovî ne û wek wî difikirin.

Di civaka Îranê de çendîn netewe hene ku her yek ji wan, xwestek û hêviyên cuda hene. Li bajar û navçeyên cuda ên wan neteweyan jî, çalakvanên sivîl bi awayekî xwerisk, navendên taybet bi fêrkirina zimanê dayîkê ji bo zarokên neteweya xwe ava dikin.

Di rewşên siyasî ên cuda de jî her yek ji wan neteweyan, bi awayekî cuda li ser pirsên taybet bi xwe hestyar in. Dema ku li Tehranê xwepêşandan tê kirin, Kurdistan, vê xwepêşandanê weke xwepêşandana xwe nabîne. Isfehan jî xwepêşandaneke Kurdistanê, weke xwepêşandana xwe nabîne. Rewş li cem hemû neteweyên din jî bi heman awayî ye.

Di civakeke bi vî rengî de, bernameyeke siyasî a ku behsa "Yekperçeyiya Netewî" dike û henekên xwe bi çarenivîsa neteweyên din dike, nikare ti destkeft û serkeftinan bi dest bixîne. Ev jî nîşan dide ku pilankerên vê siyasetê, gelek dûrî rastiya civakê ne û ji neteweyên din ên Îranê dûr in û wan fêm nakin.