Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştiwaniya xelkê Rojhilata Kurdistanê, ji Xuşk û birayên xwe ên Rojava

12:18 - 12 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bona piştîvaniya ji Rojava li çendîn Bajaran derkene ser kolanan û piştgiriya xwe ji Rojava dane xuyakirin.

Roja derbas bûyî Xelkê Rojhilata Kurdistanê li çend Bajarên weke, Merîwan, Pîranşehr, Sine , Bane, Dêh`gulanê bona eyana piştîwaniya xwe ji xelkê Kurd li Rojava û şermizar kirina êrişa Tirkiyê bo ser parek ji Kurdistanê, derketne ser kolanan û dest kirne bi diruşman.

Li çendîn cihan Hêzên rejîmê cehd kirin ku berahîka xelkê bigrin û nehêlin kom bin, lê xelk bi taybet li bajarê Merîwanê, berengarî hêzên rejîmê bûn û şer û pevçun hate navber.

Pêka daxûyaniya çalak û saziyên medenî, û banga wan ji xelkê bona lidarxistina xwenîşandanan li hemi Bajarên Rojhilata Kurdistan, rêjîmê rewşeke tunde ewlehî û polîsî li piraniya Bajarande pêk aniye û çawedêriya xelkê dike.

Rejîm li vê yekê ditirse û nîgerane ku Gelê Kurd li Kurdistana Îranê, tewî piştgiriya ji Rojava, li xwenîşandan de diruşmê dijî rejîma Îranê jî bidin û base mafê xwe jî bikin.

Roja derbas bûyî xelkê Merîwanê xwenîşandan kirne derfet û diruşma” Merg ber diktator “ didan, ber hindê kevtne ber tepeserî û êrişa hêzên rejîmê.