Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 13 Milyon ciwanên Îranê ji zevacê pare mane

12:11 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Hejmara wan ciwanên ku temenê wan mezin dibe û hêşta nezevcîne, di Îranê de ji 13 milyon kesan derbas bû.

Eve bi vê wateyê têt ku di salên wê dawiyê de Ciwanên Îranî bi zaf sedeman nekarîne bizevic in, lewra hejmara wan kesên ku ji zevacê bê pare dimîn in, roj bi roj zêde dibe.

Para mana Ciwanên Îranê ji zewacê jî, dizivire bo ser çendîn sedeman ku rejîma deshilatdar di wî welatî de sebeba wê yekê ye, ku sedemên herî berçav wihane: Nebûna kar, bilindbûna nirxan, rastî madeyên hişber hatin, zêdebûna amara telaq vergirtinê, bê hivîbûn li jiyanê, nebûna paşerojeke cihê hiviyê, zêdebûna xercê merasima davetê û gelek sedemên din.

Desthilatdarên rejîmê di cihê ku fikrekî ji çareseriya bingehîn ên wan pirsgirêkên pêşîya Ciwanan bike, wiha difikirin ku karîne pitir ji 13 milyon kesan serqalê arîşeyên kûr bikin ku nekarin fikir ji Azadî û dijayetiya Rejîmê bikin. Lê fikir ji wê yekê jî nekirine ku xelk wê Rejîmê sebebkarê hemû rûreşiyên xwe dizane.