Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pizîşk û nojdarên Rêkxirawa Pizîşkên Cîhanê li jêr navê “Heftey Kurdistanê” li dewra hev kom bûn

11:53 - 25 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Nûnerê Ofîsa Nûnertiya PDKÎ di civîna salane ya pizîşkên cîhanê de beşdarî kir.

Di rojên 22 û 23 Îlona sala 2018`an a Zayînî de, beşeke berçav ji pizîşk û perestarên ser bi Rêkxirawa Pizîşkên cîhanê ku di derbazbûyî de hevkarî digel PDKÎ hebûne, wekî deb û resma xwe ya hertimî, li nêzî bajarê Marsêy a li Başûra Firansayê li jêr navê “Heftey Kurdistanê” li dewra hev kom bûn.

Îsal jî wekî salên pêşîn Dr. Xusru Ebdullahî bi nûnertiya ji aliyê PDKÎ ve di vê civînê de beşdar bû.

 Di roja yekem ya civînê de, li ser daxwaza Dr. Giranjon serokê pêşîn ê Rêkxirawa Pizîşkên Chanê, nûnerê hizbê li Firansayê Dr. Xusru Ebdullahî gotarek li ser rewşa niha ya tevgera azadîxwaziya gelê Kurd bi giştî û bi taybetî Rojhilata Kurdistanê pêşkêşî amadebûyiyan kir.

Nûnerê hizbê beşek ji axavtinên xwe danîbûn bo behsa li ser mûşekbarana cinayetkarên rejîma Îranê li ser binkeyên PDKÎ û herweha bidarvekirina lawên bêguneh ên Kurd di van dawiyane da.

Di roja duyem de jî paş gotareke kurt ji aliyê Dr. Giranjon û mehkûmkirina mûşekbarana binkeyên Hizba Demokrat, her yek ji pizîşk û perestarên beşdar, beşek ji bîreweriyên xwe di dema hevkariya digel Hizba Demokrat li Kurdistanê bas kirin, û bi taybetî ew bîreweriyên ku nîşana mêhvandarî û xwîngermiya Kurdan bûn.

Di dawiyê de Dr. Giranjon tevî spasiya ji amadebûna nûnerê hizbê, piştevaniya xwe û hevalên xwe li Hizba Demokrat û tevgera azadîxwaziya Kurd li Rojhilata Kurdistanê ragehand.