Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pompeo dîsan jî hişdarî da rejîma Îranê

13:06 - 24 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê di nûtirîn helwêsta li hemberî Komara Îslamî a Îranê de ragehand ku: Hekî Tehran dest ji hewlên xwe yên ji bo bidestveanîna çeka navikî nekêşe, wê digel kerb û kînên bêrehmane yên cîhanê rûbirû be.

 “Mikk Pompeo” di gotûbêja digel kanala televîzyonî ya “MSNBC” ku roja 2`ê Pûşperê de belav bûye ragehandiye ku: Hekî rayadarên Komara Îslamî a Îranê rêjeya mehandina xwe zêde bikin, û dest ji bernameyên navikî yên xwe nekêşin ku hemû cîhan vê yekê neyasayî dizanîn, wê demê emê rêyekê bigrine pêşiya xwe ku bi qazanca wan nabe.

Herwiha navbirî gotiye ku: Dema ku ez dibêjim kerb û kîn, merema min tenê kiryara leşkerî nine, belkû armanca min givaşên aborî û eşkerekirina reftarekê ye ku li ser wan de zêde dikin.

Ev axavtinên “Pompeo” dijikiryara Wezareta Derve ya Amerîkayê derheqê hewlên nû yên rejîma Îranê li hemberî zêdekirina rêjeya mehandina Uraniyomê ye ku;  “Elî Xamineyî” di roja 14`ê Cozerdanê de biryara zêdekirina rêjeya mehandina Uraniyomê hate dan, piştre jî berpirsên dezgehên enirjiya navikî ya rejîmê, amadebûna xwe ji bo encamdana vê biryarê ragehand.

Piştî vekşiyana yek alî ya Amerîkayê ji lihevkirinnameya naskirî bi Bercamê, rewşa siyasî û aborî ya Îranê rojbiroj aloztir bûye, bi awayekî ku çavdêrên dibêjin ku ev gava yekem e ji bo biçokdeanîna rejîma Îranê ye.

“Mik Pompeo” di çend rojan berî niha de, di çend “tiwtter”an de derheqê siyasetên dijî mirovî yên rejîma Tehranê de helwêst giritibû ku:

“Xelkê Îranê hêjayî parastina keramet û kesayetiya xwe ne, û eva di demekê de ye ku “rejîma gendel ya Îranê bi sermayeya xelkê Îranê di welatên devera Rojhilata Navîn de, “Spah”, “Hizbullah” û “Hemas” dewlemend kiriye, û mejûlî domandina şerê niyabetî (bedel) dike.