Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pompêo: Emê berdewam bin li ser berengariya di gel Îranê

12:10 - 21 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Mayk Pompêo Roja Êk Şemiyê ragihand ku Amerîka dê berdewam be li ser givaş û berengariya di gel Îranê.

Wezîrê derweye Amerîka li bersiva wan Komarîxwazên ku rexneyan ji Tiramp digirin ku bi wekişandina hêzên Amerîka li Suriyê, renge givaşên ser Îranê jî kêm biket, got: raste ku Amerîka li nawçên jêr deshilata Kurdan li Bakura Suriyê derkevt, lê em hemi aliyekê xatircem dikin ku Amerîka dê berdewam be li ser givaşa bo ser Îranê û emê berdewam bin li rubirubûna tewî Îranê.

Mayk Pompêo ragihand ku ewa ku Amerîka li dewera Rojhilata Nawîn de bi dest aniye, her wisa dest jê bernade û heta vê rojê ku em bizanin çi gefek nemaye bo ser berjewendiya Amerîka.

Pompêo her wisa got: Dewleta Tiramp bi berwajiyê Dewleta berî xwe ku rejîma Îranê weke hewalbendê xwe dizanî li dewerêde, lê em ser vê baverêne ku rejîma Îranê heta desta ji kar û kiryarên xwe ên şerxwazane nekêşe û heta ku em bizanin gefe bo ser ewlehiya herêmê, bi xatircemî we, em jî dê li gel de beremgar bin.