Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Potîn û Erdoxan li ser Idlibê li hev kirin

12:12 - 18 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Vê carê Îran di civîna Potîn û Erdoxan de nebû, û lihevkirinek jî di navbera Tirkiye û Rûsiyê de pêk hat.

Piştî civîna li Soçiyê, Potîn û Erdoxan derheq kirîza Sûriyê li ser sê xalan rêk ketin, yek ji wna jî avakirina navçeya bêçek li Idlibê ye.

Li gora xala yekem ya lihevkirinê, navçeyeke aram di navbera arteşa Sûriyê û hêzên opozisyonê de tê avakirin, û rê nahê dayîn ku şer biqewime. Rûsiye û Tirkiye jî aramiya herêma bêçek diparêzin.

Potîn di vê derheqê de di konferanseke rojnamevanî de digel Erdoxan ragehand: Rêkxirawên terorîstî bi Nusre ve jî, ji vê navçeyê vedikêşin û navçeyeke aram 15-20km di bin kontrola Rûsiye û Tirkiyê de dibe, û çekên giran jî bi hemû awayekî di vê navçeyê de têne hilgirtin.

Erdoxan ew lihevkirin bilid nirxan û ragehand ku Tirkiye û Rûsiye li ser bingeha cînaretiya baş, berjewendiya hevpar û rêzgirtinê, wê kar bikin, û gelê Sûriye jî wê deshilateke rasteqîne û Demokrat hilbijêre.

Piştî vê konferansa hevpar, Potîn û Erdoxan her yek ji wezîrên parastinê ên Tirkiye û Rûsiye rêkkevtina nehêştina girjî û aloziyên Idlibê wajo kirin. Vê carê rejîma Îranê di vê civînê d ebeşdar nebû, û wisa diyar e ku hevpeymaniya sê alî têk diçe, û Îran nerazî ye ji vê lihevkirinê.

Helbet Erdoxan ku ew qas bas ji aramiyê û demokrasiyê û nehêştina girijiyan dike, negot ku çima wan di Efrînê de bixwe ew qas cinayet kirin, û bi firokeyên F-16 jin û zarok kirin armanc û xaka welatekî din dagîr kirin, û niha jî mijûlî guherîna demografiya vê herêmê ne, û bi hezaran Ereb li vir cihgir kirine.