Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, bi boneya 22`ê Pûşperê, salroja şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 30`ê Pûşperê, endamên PDKÎ di bajar û deverên Kurdistanê de, bi boneya 30`emîn salroja terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Qehrimanên Demokrat, li gundê “Nê” a girêdayê bajarê Merîwanê, bi danîna cemedanî û bi nivîsîna silogana wekî, “Qasimlo rêya te berdewame” şehîd Dr. Qasimlo vebîr anîn.
Her bi vê boneyê, li bajarê Pîranşarê jî, xebatkarên Demokrat, bi nivîsîna siloganên wekî, “Merg û neman bo Xamineyî û bijî Dr. Qasimlo” kebên xwe ji rejîma dagîrker û terorîsa Îranê re nîşan dan, û bo careke din emgnasiya xwe bi rêbaza Dr. Qasimlo ve nîşan dan.