Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qasimloyê Mezin di jîyana min da.!

14:12 - 30 Çirriya paşîn 2012

Têmûrê Xelîl

Van dawîyan, di şahîya 25 salîya pîrozkirina Înstîtûta Kurdî ya Parîsê da, camêrekî ji Kurdistana Îranê ber bi min hat û got:

-Xanimek dibêje, ku reng û rûyên te bi wê ra gelekî nas e, lê ne di bîra wê da ye ka we li ku hev dîtîye.
Min jê pirsî, navê wê çi ye, got navê wê Nesrîn e. Min tu xanimeke bi navê Nesrîn nas ne dikir. Ez nêzîkî wê bûm û destxweda bi ser va çûm, ku ew Hêlêna xanima Ebdurehman Qasimlo ye, ku bi kurdî jê ra dibêjin Nesrîn û me berî 35 salan, sala 1974an li Pragê hev dîtibû. Me hevdu demeke dirêj hemêz kir û te qey digot hesreta 35 salan ji hev hildida...
Evê hevdîtina bi wê xanima delal ra ez 35 salan berbi xortanîya min paşda birim... Min lezeteke baş ji wan bîranînan dît û bi hêvî me hûn jî bibînin.
Sala 1974an bû. Ez nû zewicîbûm. Min dixwest bi xanima xwe ra derkevim welatekî Awropayê seyranê. Lê ji ber ku wan salan gera ber bi Awropayê ji bo binecîyên Sovyeta berê hema bêje qedexe bû, lê dîsa jî hinek rê hebûn di komikeke tûrîstîyê da herine welatên sosîalîstîyê yên li Awropayê û em li wan riyan gerîyan. Ji ber ku bavê min û diya min sala 1971ê bi vexwendina serokatîya kovara “Problêmên aştîyê û sosîalîzmê” çûbûne Çêkoslovakîyayê û li wir hinek kurd dîtibûn, wek xudanê miqamê sirûda kurdî “Ey Reqîb” Qadir Dîlan û yên din, me jî biryar kir herine wî welatî.
Em ketine nava komeke tûrîstîyê ya gencan, me berê xwe da Çêkoslovakîyayê û bajarê pêşin, ku em lê hêwirîn, paytextê Slovakîyayê – Bratîslava bû. Çimkî koma me ya gencan bû, em ne birine mêvanxaneyê, lê di xanîyên xwendkarên welatên dereke da bi cî kirin. Min ji reng û rûyê kesên wî xanîyî diman texmîn kir, ku li vir gerekê kurd jî hebin. Îdî şev bû. Ez berjêrî hewşê bûm, min dît xortek û keçek rûniştine, ketine sohbetê. Nizanim çima, min got qey ew ereb e. Min biryar kir ez nêzîkî wî bibim, pirsa kurdan jê bikim, ka li vî xanîyî kurd hene, an na? Îcar ne ez erebî û çêkî zanim, ne jî ew ermenî û rûsî zane. Min hema yekser jê pirsî:

-Ereb?

Ewî bersîva min da, got:

-Ereb!

Min jê pirsî:

-Kurd, kurd, ekrad?

Got:

-Ez kurd im!

Wek dibêjin, bîna min ber min da hat, me hinekî sohbet kir, paşê gote min, ku li wî xanîyî 17 kurd hene û Komela xwendkarên Kurd li Çêkoslovakîyayê jî li wir e. Hema wê êvarê min piranîya kurdên wira nas kir û sê rojan ez û xanima xwe li wir man, em hema bêje bi komê ra nediçûne gerê û her bi kurdên me ra digerîyan. Roja, ku emê ji Bratîslavîyayê biçûne Pragê, serokê Komelê doktor Xelîl Îbrahîm hejmara têlêfona kurdekî Pragê ser kaxez nivîsî, da min û got, ku ez ji navê wî jê ra têlêfon bikim, eger firsend hebe, wî bibînim.
Me xatirê xwe ji kurdên Bratîslavîyayê xwest, hatine Pragayê, min kaxeza heval derxist, ku navê wî camêrî û têlêfona wî bizanibim, ku jê ra têlê xim. Ser kaxez navê wî camêrî bû: Ebdurehman Qasimlo. Min jî digot qey hevalekî wek wan e. Bi wê fikirê min jê ra têlê xist. Xanimekê hilda û navê xwe da: Hêlên. Wê bi soranî bersîva min da, lê gava ji min pê hesîya ku ez ji Sovyetê me û kurmancî dipeyîvim, bersîva min kurmancî da û got, ku mixabin Ebdurehman Qasimlo niha ne li mal e, lê hema hat wê jê ra bêje. Ji ber ku li Pragê jî em li xanîyê xwendkaran diman û têlêfona me tunebû, min navnîşan xanî û hejmara odeya me dayê. Piştî du sehetan Ebdurehman Qasimlo û Hêlêna xanim hatine mêvanîya me. Min texmîn kir, ku evana ne wek hevalên di çaxê me ra nin û rengê awropîyan zêde li wan dikeve, merivne maqûl in. Em hinekî bi otomobîla wan ya Fîata Polonîya di nav bajêr da gerîyan, em pê hesîyan, ku herdu jî mamostayê ûnîvêrsîtêtê ne. Rojtira dinê em bûne mêvanê mala wan. Li wir E. Qasimlo pirtûka xwe ya “Kurd û Kurdistan” ya bi soranî û tebaxeke kevinare ya bi destan neqişandî (ew heta niha jî di odeya me da, li cîkî ber çavan e) pêşkêşî me kir û piştî ger û hevdîtina sê rojan, me xatirê xwe ji hev xwast, bi barek hesret di dilê me da, berê xwe da welatê xwe – Ermenîstanê. Ji ber ku em sê rojan ser hev bi hev ra bûn, min wisa texmîn kir, ku wana jî ji me hiz kir.
Em hatine Rewanê, min derheqa rasthatina xwe û E. Qasimlo û xanima wî da ji hemûyan ra got, di nav wan da ji karmendên rojnameya “Rya teze” jî. Wana jî got: kê zane ew kê bûne?
Min wî çaxî nizanibû, ku ew Qasimloyê Mezin e, ku piştî Pragê bi neferên malê va cîguhêzî Fransîyayê bûne, ku sêkrêtarê sereke yê PDK Îranê ye, ku Parîs hîştîye û ji bo gelê xwe ketîye çiyayên Kurdistanê, ku li rex pêşmergeyên xwe yên qehreman be. Ne kurdên Çêkoslovakîyayê, ne jî wana bi xwe derheqa sîyasetmedarîya Qasimloyê mezin da tu tişt ji me ra ne got. Belkî jî difikirîn: Kurd in, ser çavên me hatine, lê kê zane, belkî ne ji bo xêrê hatine, belkî hinekan ew şandine bal me.
Em paşê, sala 1979an serva çûn, ku em rastî kê hatine, gava hemû rojnameyên Sovyeta berê yên bi nav û deng derheqa şorişa Îranê û berxwedan û mêrxasîya kurdan ya bi serokatîya Ebdurehman Qasimlo da dinivîsîn. Ew înformasyon ji rojnameya “Rya teze” ra jî dihat şandin û ji ber ku di rûsî da herfên E û Q tunene, bi rûsî wek A. Kasîmlo dihate nivîsar. Li wir kete bîra xebatkarên rojnamê, ku min berî 4 salan behsa wî camêrî ji wan ra kirîye û navê wî rast nivîsandin – E. Qasimlo.
Sala 1989an bû. Ez, xanima xwe û herdu keçên xwe ji Rewanê li trênê siwar bûn û me berê xwe da Moskow bona çend rojan serhêsa bin û kêfa xwe bikin. Li ser sînorê Gurcistanê-Abxazîyayê trêna me çend sehetan sekinî. Ji me ra gotin, ku di navbera gurcan û abxazan da şer derketîye, em dibe çend sehetan, heta çend rojan jî li vir bin, heta şer dibetile. Rojtira dinê ez ji betalîyê çûm bajêr bona rojnameyan bikirim, haj ji hal û wextê dinyayê hebim. Di rojnameya “Îzvêstîya” da min xwend, ku serekê kurdên Kurdistana Îranê Ebdurehman Qasimlo bi destî çeteyan li Austrîyayê hatîye kuştin.
Piştî rojekê ji me ra gotin, ku trêna me ji dest şerê berdewam nikare berê xwe bide Moskow û gerekê vegere Rewanê. Em vegerîyan.

Di rê da ez difikirîm: ruhberekî ne dîyar biryar kirîye û dibêje, ku ne wextê kêfê ye, hûn gerekê vegerin mala xwe...