Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qerara hevwelatiyên Ereb yên Xûzistyanê nediyare

16:41 - 10 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Destibsekirina hevwelatiyên Ereb yên li bajarê Xûzistanê,  berdewam dike, û qerara wan jî nediyare.

Li gorî raportên ku hatina belavkirin,destibserkirina çalakvanên medenî û hevwelatiyên  Ereb yên li bajarê Xûzistanê, ji aliyê navendên ewlehiyê yên rejîma Îslamî ve, berdewam dike.

Elî Heyderî, çalakvanê Ereb di gotûbêja digel, kanala “Dengê Amerîkayê” ya para zimanê Farsî  de,  daye xuyakirin ku, piştî êrîşa çekdarî ya bo ser rêjeya hêzên Spaha Pasdaran, ya di rêkefta  31`ê Xermananê de, nêzîkî 700 hevwelatiyên Ereb yên li parêzgeha  Xûzistanê di vê pêwendiyê de,  hatine destibser kirin, û herwisa tu yek ji navendên hikûmetî di vê derheqê de, bersiva  malbatên  girtiyan nad in.

Her di vê pêwendiyê de jî, wî çalakvanî Ereb,  ragehandiye ku, dawîn girtiyê di vê pêwendiyê de, jina bi navê“Amine Zahirî” çalakvana çandî bûye ku, li roja Pêncşemî 17`ê Xezelwerê (9`ê Çiriya Paşîn), ji aliyê navendên ewlehiyê ve hatiye destibser kirin.

 Herwisa  bav û birayên   wê çalakvana çandî  a Ereb, yên bi navên “Hetab Zahirî” û “ Mihemed Zahirî”  jî, di heyamên borî de hatinbûne destbiser kirin, û heya niha jî, bê qerar in.

Di  êrîşa bo ser rêjeya hêzên leşkerî yên rejîmê, ya di 31`ê Xermananê ya li bajarê Ehwazê,  aliyê kêm 25 kes hêzên leşkerî  yên rejîmê hatine kuştin, û nêzîkî 60 kesên din jî, birîndar bibûn.

Di pêwendî di berdewam kirina destibserkirina  hevewelatiyên Ereb de, Saziya Lêborîn ya navneteweyî jî, derheqê berdewamkirina destibserkiriyan  di parêzgeha Xûzistanê de, nîgeraniya xwe nîşand daye, û zelal jî kiriye ku destibserkirina hevwelatiyên Ereb, di bajarên wekî Ehwaz, Hemîdiye, Xoremşer û Şûşê de, tên encam dan.