Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qiseyeke xwexweyî (xomane) digel rêzda Omer Îlxanîzade

15:05 - 30 Kanûna Paşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Kak Omer Îlxanîzade sekreterê giştî yê Komeleya zehmetkêşên Kurdistanê, di hevpeyvînekî televizyonî de ku çend rojan berî niha û di despêka heyva Rêbendanê de hate weşandin, bas ji bereya Kurdistanî û astengên ser rêya vê kir.

Di vê hevpeyvînê de, pêşkêşkarê pirogramê, Kak Omer ber bi cihekî dibe ku rasterast êrîş bike ser PDKÎ û evê ku pêşkêşkarê pirogramê hejê zike, ji zimanê kak Omer derbixe, û rêzadar Omer jî bi dû pêşkêşkar de diçe û dibêje ku; “Bereya Kurdistanî bi sedema pawanxwaziya PDKÎ hatiye paşxistin û ser nagire”.

Serbarê rêzên min bo Kak Omer, lê gotina navbirî tenê û tenê çewaşekirina birûraya xelkê Kurdistanê û êrîşekî ne rewa ye bo ser Hizba Demokrata Kurdistana Îranê û ne zelal e ji çi tiştekî ve çavkanî digire. Nexa hem Kak Omer bi xwe û hem jî raya siyasî a Kurdistanê û him jî endamê hemû partiyên Kurdistanî baş haydarî rewşa aloz a hizbatiyê li hemû parêzn Kurdiatanê ne, û li Kurdistana Rojhilatê jî hinek kes hene ku hemû astengan tenê û bi tenê bi aliyekî siyasî ve girê didin, eva jî hem ji ne siyasî bûna wan û hem jî ji hebûna girêyekî di derûna wan de çavkanî digire.

Kî/ê ye ku li Kurdistana Rojhilat haydarî rewşa aloz û “Înşi’ab” û jiheveqetiyana hizban nebe?

Bi salan e ku hewla pêkanîna çetra hevpar a karê siyasî li Kurdistana Rojhlat tê dayîn û qonax bi qonax di cihê nêzîkbûna ji armancê, ji hevd dûr ketine. Her carekî ku bas û mijarên pêkanîna bereyê micid dibe, ji nişkê ve di hizbekê de veqetiyanek rû dide.

Serdemekî ku hêj înşi’ab ji PDKÎ rû nedabû, û Komeleya Şoreşgêr jî hêj ji rêkxirawa Kurdistanî ya Hizba Komonîst a Îranê neveqetiyabûn, û piştî çend civîn û hewlên herdu aliyan, di civîna dawiyê de ku li bajarê Hewlêrê û bi serperestiya birêz “Saman Şalî” qirar bû were girtin, Sekreterê Komeleya Zehmetkên ku Kak Omer jî wî çaxî endamê Deftera Siyasî bû û digel şandeya Komelê bû, nehatin û pişikdarî nekirin û di wê qonaxê de hemû hewl digel şikestê berbirû kirin.

Di qonaxeke din de û pitî çend salan ku, Hizba Demokrat û Komeleya Şoreşglr û 2 partiyên din hewla avakirina çetra hevpar dan, Kak Omer bi xwe haydare û Hizba Demokrat Tu merecek li ser avakirina bereyê nedanîn û Komeleya Şoreşgêr digel rêkxirawa din li ser pişikdarîkirin û pişikdarînekirina aliyekî din digel hevdu kêşe hebûn û baş ji bîra wê de ye ku çima ew hewl jî digel şikestê berbirû bû, û Hizba Demokrat tu rolek di têkçûna vê qonaxê de nebû. Piştî vê qonaxê jî, qonaxeke din a veqetiyana dest pê kir û rêkxirawa Kak Omer ji Komeleya Şoreşgêr veqetiya û veqetiyan ji rêkxistinên din jî çê bûn.

Ji wî çaxî şûn de jî, her rêkxistinekî siyaseta taybet bi xwe hebû û her carê navbeyna rêkxirawekê digel rêkxiraweke din, aloz dibû, û yan jî li hevdu nêzîk dibûn, wate rûçika siyasetê di çend salên dawiyê de guherîna “lihevnêzîkbûn û jihevdrketinê” ya hizb û rêkxirawan e, û di vê navberê de jî tenê PDKÎ bûye ku berî hemû rêkxistinên din, nêzîkî wan bûye, û hewla kêmkirin kêşe û aloziyan û nêzkîkbûna li hemû rêkxistinên Kurdistana Rojhilatê daye.

Kesên veqetiyayî di pêxema yekrêziyê de, ji partiyê xwe vediqetin!

Ez nizanim di nava neteweyên din jî weha be an ne? Ewên ku cîhan dîtine dikarin alîkar bin, lê eva ku min di nava neteweya xwe de dîtiye, di nava hemû rêkxistinan de bê ferq û cudahî, her deste û girûpek ku ji partî a rêkxirawekî veqetiya be, di daxûyaniya veqetiyana xwe de anîne ku wê hewlê bona yekrêziya navmala Kurdan û tebahî û dostatiya nava hemû Kurdan de bidin! Ez nizanim ku çawa bi veqetiyanê mirov dikare partî û rêkxirawên din jihevd nêzîk bike? Hindî ez jî fam bikim ji hevd veqetiyan bi wateya qebûlnekirina hevd û çandina toyê duberekiyê û jihevd dûrketin û dûrxistina “Destan” û herifandina moralê tê”. Ew ê ku ji hemû kesekî pitir yekrêzî û bihevrebûna gelê Kurd dixwaze, gerek ji hemû kesên din pitir berhev be û xwe bext bike û ji xwe ve dest pê bike, û li hember dost û hevçeper û hevxebatên xwe de tenazolê bike û yekrêziya Kurdan ji dawî anîn bi piroseya veqetiyan û hevdu girtina hemû hêzan ve dest pê dike.

Ewên ku pitir ji hemû kesî di xema pêkanîna bere û çetra hevpar a karê siyasî ye di Kurdistanê de, bila ji hemûyan pitir fîdakariyê li hemberî hevalên xwe yê berê de bike û digel wan hevbigirin, bila hêviya bihevrebûnê careke din bo xelkê bê vegerandin û piştre xelik baweriyê bi me bîne ku, di pêxema hêvî û xewnên wan de em amade ne ku destan ji pêgeh û berjewendiyên xwe yê mecazî bikişînin, nek di pêxema berjewendiyên xwe de refên xebatê ji hevdu veqetînin.

Gotineke din ku hewce ye em ligel rêzdar Kak Omer bas bikin, ew e ku kak Omer di bin bandora pêşkêşkar de, dibêje Partiya Demokrat, pawanxwaz, piştre nave rêkxirawê jî nahîne, lê dibêje aliyekî din, hevpeymanê faşîstên dijî Kurd, û dibêje aliyek di çarçoveya neteweyî de cih nagre, pê şaş e ku aliyek nêzî Komara Îslamî dibe, û hemû hizb û rêkxirawên din jî, bi hûr û gir ve, hisabê li ser nake. Di vir de, du pirsyar zeq dibin:

Yekem- Kak Omer bi van boçûnan digel kî/ê bere pêk tîne, û bi çi armancekê?
Duyem-Bi vê lênihêrînê, di hemberî hemû hizban de, gelo kî pawanxwaz e?
Kî/kê bû ku amade nebû di civînan d ebeşdar be, û civîn paş xist?

Qise li ser bere û karê hevbeş û sîvana hevbeş û alîkartiya di navbera hizban de zaf in, û êş û azar jî zaf in, û hêvî û ronahî jî xûya dike, û cîhan yekser tarî û bidûman nine.

Kak Omer û hevalên wî di Komelê de baş dizanin, ku bona diyaloga di ppêxema ne tişteke mezin wekî bere, belkû tiştên taktîkî û hûrgiliyan, ku biryara civînan me hebûye, çawa bi hêcetên cur bi cur bi nivîşkanî ve bi rê ve çûn, û çi encameke wan hebû, û tenê yek civîn jî nebû, ku PDKÎ têk dabe, belku gellek caran ji gellek tiştan derbez bûye û hewla razîkirina rêkxirawên din daye, da ku filan rêkxiraw jî di civînê d ebeşdar be, lê kak Omer gellek bêînsafane, û bi ew perê bêînsafiya siyasî, dibêje, PDKî pawanxwaz e, û civîn paş xistine! Kak Omer em û û hûn jî dizanin ku ne wisa ye.

Hekî em gellek jî paşve venegerin, PDKÎ di van çend salên dawiyê de, hewla vê yekê daye, ku heya ji desta tê, rêkxiraweke din bîne nava bazineya alîkariyan de, û gellek caran jî hewl daye, di pêxema razîkirina ên din, di civînan de beşdar bin. Lê serbarê hemû wana jî, rêkxirawên din wekî birêz Kak Omer, yan kesên din, li pêşberî ragehandinan de dest bi muzayidê dikin, di civînên daxistî de, bi awayekî din helwestê digrin, dixwazin ku hemû tawanan bixin stûyê Partiya Demokrata Pawanxwaz! Hekî hemû tawan û kêşe ên PDKÎ bin, û ew hizb pawanxwaz e, çima hûn xwe bi hizbeke bi vî rengî ve divestînin, û berjewendiyên gel paşve dihêlin? Ji îro û sibehiyê zûtir nine, hûn hizba azadbîr û vekirî, ku riha pawanxwaziyê di we de tune ye, û di pêxema berjewendiyên neteweyî de hûn her tiştî gorî dikin, bereyeke sertaserî ji hemû hizbên Kurdistana Rojhilat pêk bînin û xebata cidî li dijî dijmin bikin. Bila PDKÎ jî di pawanxwaziya xwe de bimîne, û ji civaka Kurdistanê dûr bikev eû îzole bibe!

Di qada kiryarê de, yekgirtin û karê hevbeş pêk tê

Pêkanîna bere wê demê renge hest bi pêwîstiya wê zêdetir xwe nîşan bide, ku her yek ji me ji wan rêkxirawên Kurdistana Rojhilat, ku xwe bi tiştek dizanin, di pêxema rizgariya xelkê, û berbirûbûna li hemberî dijmin de, hinek zêdetir me kiryar hebin, û me hemiyan dîtingeheke wekhev bo berjewendiya neteweyî û pênase bo dijminê hevpar hebe, wê demê emê hêvîdar bin, ku pêngavên piratîkê bêne hilgirtin.

Hekî em dûr ji qada rasteqîne ya xebatê bin, û hevdu tawanbar bikin bi vê ku hêza borjewazî û hêza girêdayî bi Erebistanê û hêza ser bi filan cih û di pêxema berjewendiya filan cihî de ne, û kar û kiryarên hevdu em bi girêdayî bi aliyekî din ve bizanin, û ew karesatên ku bi ser me de tên, bi `destçêkirî`! bizanin, û yek ji me jêve be ku Komara Îslamî “rastiya heyî” ye, û yekî din ji me, Komara Îslmaî bi dijminê sereke yê Kurd bizane, û yekî din ji me, siyaseteke zelal di hember de tunebe, em nikarin bereyeke hevbeş pêk bînin,. Ew sîvan (çetr) sîvaneke komker nabe, belku tevlîheviyek dibe, ji hemû firkansan, ku hevdu pûç dikin, û xelk êdî nizane ku guhdariya çi bike.

Derdê ser hemû derdan re jî, xwe meztirzanîn ji rêkxiraw û hizb û xelk û gel e, û encama wê jî veqetiyan û înşiabatên zêde ne.

min jêve ye ku du qonaxên pêşberî me, berî hewldana bo pêkanîna bereyê, pêk tê ji vê ku yekem: Em hewl bidin ku kêmasiyên li hev cudabûnan kêm bikin, bi ser hev xistina rêza partiyan, em hêviya pêkvebûnê vegerînin bo gel, û piştre em hewl bidin, ku di qada piratîkê de, xebata xelkê li dijî dijminê sereke bigurrtir ji caran bikin.

Qadeke berfireh ya xebat û tekoşînê li pêşberî me ye, û rewş jî gellek guherî ye, û pêwîstî û hewcehî, gellek guhertin bi ser de hatine. Di vê qonaxa nû de, ne cihê pawanxwazan dibe, û ne jî cihê zêde axavtinên bê kiryar.

Dem, dema kiryarê ye, û pêşeroja me di destên me bixwe de ye.

9`ê Rêbendana 1395

28.01.2017