Kurdistanmedia: Bi sedema rabûna lehiyê çendîn gundên bajarê Selmas û Xoyê, rastî xisaran hatin.
Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Şemî 12`ê Gelawêj (3`ê Tebaxê), bi sedema hatina baran û rabûna lehiyê piraniya gundên bajarê Selmas û Xoyê, rastî vê bûyerê hatin û xisareke berçav gihande bax, avahî û çandiniya xelkên wî bajarî.
Her bi wê sedemê gundên wekî: “Seraya Melik, Dêrelî, Orban, Sedeqiyan, Werdan, moxancix, Hoder”, yên girêdayî bajrê Selmasê, herwisa rez, avahî, çandinî, û ajeldariyê wan gundan rastê xisaran hatine û dehan kesên sivîl jî birîndar bûn.
Her bi wê sedemê, rêyên çendîn gundên bajarê Selamasê jî, herifîne û rêyên hatûçûya welatiyan bo bajar hatiye qutkirin.
Herwisa li geliyê Kutul a ser bi bajarê Xoyê jî, li gundên wekî: “Zerê, Çaliyan, Elîsûrme û Rawiyan”, ên girêdayî geliyê Kutul a ser bi bajarê Xoyê, bi sedema barîna baraneke gur û rabûna lehiyê xisareke berçav gihande bax, rez û zeviyên wan gundan û 50 donim li çandiniya wan gunda jî rastî ziraran hatine.
Her wekî hemû carê navendên hewarhatin ên rejîmê di vê bûyerê de amade nebibûn, û heya dawiya bûyerê paşê amade dibin.
Di bûyerên wiha de ku welatî rastî xisaran tên, çavnihêriya vê yekê dikin ku navendên hewarhatin di hawarên wan de biçin û xisarên wan çareser bikin, lê navendên girêdayî rejîmê dema ku zirareke berçav digihe welatiyan paşê di cihên bûyerê de amade dibin û wekî hertimî soz û qewlên direw ji wan re didin ku, zirarên wan çareser bikin, lê tenê bi axavtin sozan didin û cîbicî nakin.