Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Siyasî a PDKÎ bi hilkefta 26`ê Xermananê

18:54 - 16 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi hilkefta 27`emîn salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

Daxuyaniya Navenda Siyasî a PDKÎ bi hilkefta 27`emîn salvegera terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî

 Hevnîştimaniyên birêz!

27 sal bi ser terora 17`ê Îlona 1992`an (26`ê Xermanana 1371`an) re derbas dibe, rojek ku Dr. Sadiq Şerefkendî Sekreterê Giştî yê ev demê yê PDKÎ û hevalên wî “Fetah Ebdulî”, nûnerê Hizbê li dervey welat, “Homayon Erdelan”, nûnerê Hizbê li Alman û “Nûrî Dêhkurdî”, çalakê naskirî yê Opozisiyon, li Birlîna Almanê rastî telika tîmeke terorên Komara Îslamî hatin û şehîd bûn.

Dr. Şerfkendî û hevalên wî ku piştî amadebûna li kongirerya Enternasiyonala Sosyalîst, bo hevdîtin û guherîna bîr û boçûnan digel hejmarek ji çalakên opozîsyona Îranê, li restorana “Mîkopnos” civiyan, û di vir de rastî êrîşa terorîstên Komara Îslamî hatin.

Dadgeha Berlîn ku bi dadgeha “Mîkonos” hatiye naskirin, li rêketa 10`ê Nîsana 1997`an (21`ê Xakelêweya 1376`an), hukma xwe derheq terorkirina Dr. Şerfkendî û hevalên wî ragihand.

Di vê hikmê de, dadgehê bi eşkere rêberên Komara Îslamî di astên herî bilind de, (Elî Xamineyî, rêberê rejîmê, Haşimî Refsencanî serkomarê wê demê yê rejîma Îranê û wezîrên derve ên îtila`ata Spaha Pasdaranên nizama Îslamî), bi pilandarêj û lidarxistina wê terora tirajîdî dane naskirin û ew terorîst bi hepsê mehkûm kirin.

Eşkerekirina terorîzma dewletî ya Komara Îslamî di dageheke serbixwe a welateke demokratîk de, bû sedema riswabûna rejîma Îranê, wekî hikûmetekê ku bi eşkerer teror û terorîzm wekî emrazek bo gihîştin bi armancên xwe mifah jê werdigirt.

Komara Îslamî bi du sedemên sereke Dr. Sadiq Şerefkendî teror kirin:

Yekem, Komara Îslamî ji destpêka avabûna xwe ve, bi giştî kuştin û bêserûşûnkirin û terorkirina kesayetî û rêberên opozisiyonê kire siyaseta fermî ya xwe, û di wê heyamê de, hejmareke zêde ji endamên opozisyonê bûne qurbaniyên terorîzma dewletî a wê rejîmê.

Duyem sedema sereke a vê cinayetê, nemaze dizavire bo rola yekalîker a Dr. Şerefkendî piştî terora Dr. Ebdulrehman Qasimlo li Vîyena Utrîşê, li 13`ê Tîrmeha 1989-an a Zayînî bi destê terorîstên Komara Îslamî.

Rejîma Komara Îslamê bi vê hêviyê Dr. Qasimlo teror kirin ku piştî wî xelkê Kurdistanê jî bêhêvî dibe, û tevgera netewa Kurd li Kurdistana Îranê, rastî şikestê tê, û bi dawî dibe!

Lê ev xevna rejîma Îranê nehate cî! Piştî kareseta Viyenê, rêberiya Hizba Demokrat kete destê “Dr. Sadiq Şerefkendî” ê xwedîşiyan û xebatkar û bi hemû şiyana xwe û bi lêhatîbûna xwe, nehêla alaya xebata rizgarîxwazî a Hizbê bikeve erdê. “Dr. Şerefkendî” bi jêhatîbûna bêmînak û bi hevkariya hevalên xwe, siyaset û rêbaza Dr. Qasimlo li navxwe û dervey Hizbê domand, û bi vî awayî dijmin xeyîdand.

 Eva bû ku rejîma Îslamî kete darêtina pilanan bo terorkirina Dr. Sadiq Şerefkendî.

Rejîma dîktator a Komara Îslamî nedizanî mezinî û jêhatîbûbna Dr. Qasimlo di vê de bû ku ji bilî zanatî û xwedîşiyaniya xwe, Hizbeke Demokrat û xebatkar li pey xwe bi cih hêla, ku bi qewlê xwe “Eger parek ji rêberiya Hizbê jî şehîd be, Hizb li ser piyên xwe dimîne û xebatê didomîne”.

Bûyerên ku Dr. Qasimlo bi dirustî pêşbînî kiribûn ser girtin.

Bêşik, bi şehîdkirina Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, derbeyeke mezin li Hizba demokrat û hereketa rizgarîxwaziyê ket, lê Komara Îslamî negihîşte hêviyên xwe. Hizba Demokrat li pey terora “Mîkonos”ê jî, rastî nisko û bêhêviyê nebû, û dest ji xebatê berneda.

Îro rojê em dibînin ku alaya xebata Hizba “Sadiq Şerefkendî” pêlan dide, û kadr û pêşmerge û endam û alîgirên Hizbê li pêxema bidestveanîna armancên bilind ên “Qasimlo û Şerfkendî” bi bê tu dudiliyekê, bi bawereke qahîm û bi moraleke bilind xebata xwe didomînin.

Îsal em di demekê de şehîdên Birlînê bi bîr tînin, û  rêz ji xebat û cangorîtiya wan digrin ku Komara Îslamî, di encama domandina siyasetên serkut û binpêkirina mafên azadîxwaziyê ên gelên Îranê di navxweyî welat de, herwisa berdewamkirina siyasetên tevdanîkariyê û berfirehkirin terorîzm û destêwerdana di nava karûbarên navxweyî ê welatên deverê de, Îran rastî komek arîşeyên siyasî, aborî û civakî ên wisa mezin hatiye, ku di van 40 salên derbasbûyî de bêmînak bûye.

Giraniyeke heyrîmayî a rojbiroj, betalî, hejarî, dîktatorî û serkut, dizî û gendeliya bêsînor a sîstematîk a hikûmetê, belavkirina madeyên hişber û …hwd bûne sedema nerizayetiya berfireh a hemû xelk û tex û qatên cuda, ji desthelata hakim, û civaka Îranê gihandiye sînorê teqandinê.

Rejîm bo çareserkirina tu yek ji wan pirsgirêkan bernameyeke bicî tuneye, û bo tu yek li daxwazên rewa ên xelkê ji bilî serkut û binçavkirin û kuştinê, bersivek bo xelkê nîne.

Rejîmê ew hemû qeyran û rewşek weha xistiye stûyê “dijminên derve” û cezayên aborî ku di rastî de sedema sepandina dorpêçên navdewletî bo ser siyaset û kiryarên wê ne, beramber bi civaka cîhanî dide zanîn.

Di derheqê neteweyên bindest de, ne tenê tu guherîneke erênî bi qazancê wan li siyasetên rejîmê de cîbicî nake, berevajî, Komara Îslamî tundûtîjtir ji berê mafên siyasî û kultûrî binpê dike, û her rojekê bi hêceteke siyasî, neteweyên xeyrî Fars asimîle dike.

Wekî dawî pêngavên rejîm li dijî gelên jêrdest ên Îranê, dibe îşare bi “Terha Besendigî a zimanê Farsî” û qedexekirina kincên Kurdî û îcbarîkirina kincên fermî bo zarokên Kurd û neteweyên bindest ên din bê kirin.

Hevnîştimaniyên birêz!

Rejîm bi jidestdana rewayiya xwe, bawerî bi xwe  nemaye, û ji siya xwe ditirse, û li pişt asayîtirîn hereket û daxwazên herî biçûk ên pîşeyî yên hevwelatiyan, pîlanên xwe dest pê dike, û hawara xwe dibe ber tundûtîjî û serkutê: Rejîm bi berdewamî kolberên Kurd dikuje û ti rêyek bo wê ku xwe xwedî bikin nehêlaye, û çalakên jîngehparêzî, jinên xwazyarê dadê û li dijî apartayda zayendî, mamostayên dibistanan û kedkarên ku daxwaza wan heqdestê wan ê paşketî bû, û…hwd, û hemû çalakî û daxwazên ku pêwendiyek bi siyasetê ve nîne, ji aliyê rejîma tirsinok û paşmayî ve bi sîxorîkirin bo welatên bîhanî têne tawanbarkirin, û piştre têne desteserkirin û dikevin girtîgehan de.

Di hember de, xelk roj li pey rejê tirsa wan ji rejîmê namîne, û girtin û bendîxane û eşkence bûye jiyana rojane ya wan. Îro nûçeya hepskirina wajokerên nameyeke servekirî bo Elî Xamineyî belav dibe, sibê girûpek din a jin û mêran, nameyeke servekirî dinivîsin û daxwaza dest ji kar kişandina Xamineyî û guherîna yasaya bingehîn a Îranê dikin. Ew hereketa her berdewam e!

Em wekî PDKÎ piştevaniya xwe ji tev tex û qatên ku daxwaza maf û azadiya xwe dikin û dijî dîktatorî ya Komara Îslamî disekînin, nîşan didin.

Hevnîştimaniyên birêz!

 “Dr. Şerfkendî” di demekê de hate şehîdkirin ku digel çend kasayetiyên opozisyon ên Îranî li derheq pirsa havkarî û yekgirtinê mijûlî guherîna bîr û nerînan bû.

Ew pêdawiye îro jî piştî 27 sal bi zêdeyî ve her li cihê xwe ye û berbelav e, û nebûna opozisyoneke demokratîk û yekgirtî bi xala bihêz a Komara Îslamî û sedemeke sereke ya mana rejîmê û bi xala lawaz a azadîxwazên Îranî li hember bi zordarî ya mezhebî a Komara Îslamî didanê.

Tenê rêya rizgarbûn ji destê hakimiyeta teror û serdestiya Komara Îslamî, domandin û berfirehkirina xebatê ye, di asta Kurdistan û Îranê de, û bi hemû awayekî bicih, û bi awayekî yekgirtî.

Silav li canê paqij ê şehîd “Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî Fetah Ebdulî û Homayon Erdelan û Nûrî Dêhkurî û tev şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê. Berdewam be xebata rewa ya gelê me bo aştî û azadiyê

Berdewam be xebata Hizba me li pêxema bidestveanîna mafên netewayetî yên gelê me

Partiya Demokrat a Kurtdistana Îranê

Navenda Siyasî

25`ê Xermanan 1398`an (16`ê Îlona 2019`an)