Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora dawî ya hevdîtinên lêpirsyarê giştî ê PDKÎ di Amerîkayê de

12:53 - 17 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê giştî ê PDKÎ Mistefa Hicrî di doma hevdîtinên xwe li Amerîkayê de, tevî serdana Wezareta Derve ya vî welatî, digel çendîn kesayetî û medyayên Amerîkayî jî hevpeyvîn hebû.   

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 25`ê Cozerdana 1397`an rêzdar Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ serdana Wezareta Derve ya Amerîkayê kir, û digel du îdareyên cuda ên vê wezaretxaneyê ku pêk hatibûn ji “ofîsa Îranê” û beşa “mafê mirov û demokrasiyê” civiya, û pêşeroja Rojhilata Navîn û pêşeroja Îranê û ew rola ku PDKÎ di pêşerojê de dilîze, xistin ber basê.

Li gora vê nûçeyê, xala cihê baldanê ew bû ku berevajiyê rûniştinên ku zêdetir girîngî dida aliyê mafê mirovî, vê carê basên navbirî li ser komeke pirsên siyasî ên girîng û bibandor li ser Îranê, û rola PDKÎ li ser pêşeroja Îranê bû.

Di van civînan de aliyê Amerîkayî gellek bi hûrî pirsa rewşa Kurdistana Îranê ji Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ pirsî. Herweha heyeta Amerîkayî daxwaza bihîstina daxwaziyên gelê Kurd kirin, ku ji aliyê Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ ve bi hûrî bersiva wan hate dan.

Hewce ye ku bê gotin ku herçend PDKÎ tenê aliyê siyasî ê Kurdistanê bû ku Wezareta Derve a Amerîkayê amade bû digel de rûnê, lê Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ tevî îşarekirina bi hebûna piloralîzmê û çendhizbiyê di Rojhilata Kurdistanê, daxwaz ji aliyê Amerîkayî kir, ku digel gelê Kurd wekî neteweyeke xwedî komeke daxwaziyên rewa bi hebûna çendîn hizb û aliyên siyasî ên cuda danûsandin bê kirin, û aliyên curbicur ên Rojhilata Kurdistanê wekî xwe berçav bêne girtin.

 Roja piştre Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKÎ digel dezgeha “Bloomberg” û navneda Wîlson civiya. Navbirî di rûniştina digel dezgeha “Bloomberg”ê de bi hûrî bersiva nûçegihanê “Bloomberg” da, û armanc ji serdana xwe bo Amerîkayê vegerande ser rewşa herêm û Îran û Kurdistanê.  

Di rûniştina digel “Wilson Center” senter de jî navbirî digel komeke lêkolerên vê navendê ew bas û mijar şirove kir: Rojhilata Kurdistanê, dîroka gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, pêwendiyên di navbera PDKÎ û hizbên din ên Rojhilata Kurdistanê û beşên din ên Kurdistanê.  

Di vê hevdîtinê de Mistefa Hicrî lêpirsyarê giştî ê PDKΠ bas ji vê kir ku serbarê vê ku di derbazbûyî de tenê çiyayên Kurdistanê dostê Kurd bûn, lê em wekî Kurd me selimandiye ku Kurd tenê bi xwe pişt û penayê xwe ne, bo mînak dema ku di beşeke Kurdistanê de karesatek rû daye, û gelê me tenê cihek ku hawara xwe birine ber, himbêza xûşk û birayên wan di beşên din ên Kurdistanê de bûye, ew rastiya jî çendîn carî di dîrokê de ducarî bûye, û me tu carî hevdu bi cih nehêlaye.