Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan (Rabûn) destpêka vegeşîna siyasî

15:03 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2018

Mecîd Heqî

Di heyama çend rojên borî de, pêşmerge di hevdîtin û çûna nav xelkê de, digel pêşwaziyeke wisa berbirû bûn, ku ji aliyekî ve hesta pêşmergebûnê dike şanaziyeke neteweyî, û ji aliyekî din ve pêşmerge û Rasan û xebatê di hemberî xelkê de berpirstir dike. Pêşwaziya ji hêza rizgarîder taybetmendiya neteweyeke hişyar û xwedî vîna azadîxwazane ye, û pêşmerge jî rizgarîderê neteweya Kurd e.  Eva berhema destpêka qonaxa nû ya xebata Rojhilata Kurdistanê wate Rasanê ye.

Rasan destpêka vegeşîna siyas, yasayîkirina beşdariya siyasî di hemû astên civakî û beşdariya siyasî ya hemû takên Kurdistanê ye, di pêvajoya xebata rizgarîxwazane ya neteweyî de. Piştî şehîdbûna Dr. Qasimlo, Dr. Şerefkendî di peyamekê de bi boneya hilbijartina xwe bi sekreteriya giştî ya PDKÎ bangî hemû tak û rêkxirawên Kurdistanî dike, ku her yek ji wan bi qasî şiyana xwe beşdariyê bikin di pêvajoya xebata Kurdistanê de. Kultura siyasî-rêkxistinî ya wê demê ya PDKÎ bi sedema hebûna qewareyên daxistî, û herweha rewşa vê qonaxê, şiyana bixwevegirtina hemû biyavên xebatê nebû.

Îro rojê di encama pêgihîştina nivşa “.com” (torên pêwendiyan), sînorên teşkîlatî tenê cihê çalakî û beşdariya siyasî nînin, ku vê yekê jî derfeteke zêrîn pêk aniye, bona vegeşandina şiyana takekes û rêkxirawan, û bona beşdarîkirina di rewşa siyasî ya civakê de.

Rasan tenê pêwendiya di navbera çiya û bajar de nine, belku pêwendî û diyaloga mentiqî û lojîk di navbera çalakiya qewareyên siyasî ên Kurdistanê, zerfiyet û şiyanên wekhev, pêwîstiya xebata wekhevîxwazî û girêdana xebata femînîzmê û nasyonalîzma mirovsenter a Kurd û afirandina sîstemeke bersivder a asiyasî di pêvajoya xebatê heya gihgîştina bi qonaxa serkevtinê ye. Rasan destpêka vegeşîna siyasî ya berdewam û beşdariya dilxwazane ya hemû tex û qatên civakê di pêvajoya xebata bona pêkanîna civakek dadperwer û vegeşîna civakî ye.

Rasan di xwe de, destepeyveke berfireh e ku bas ji cardin vejînê, û afirandineke nû li ser bingeha vegeşandina kultura beşdarî û hevpariya siyasî, çendrengiya civakî, û bihêzkirina tenahî û ewlehiya navxweyî ya neteweyî di qonaxa xebata rizgarîxwazane e dike. Tenahiya neteweyî pirseke girîng ya qonaxa niha ya xebatê ye, bi vê watayê ku rê dide hemû beşên nîştimanperweriya civakê, bona beşdariya siyasî û ber bi pêşvebirina erkê neteweyî. Hevdem bi sedema xwezaya civaka “şikandî” ya Kurdistanê, hewce ye ku ew aramiya di çarçoveya pilatform û girêbesteke civakî ya hevpar de, girîngî û bingehên hevbeş ên wê bêne diyarîkirin, bona vê ku bikarin civakê bi awayê hevaheng ber bi pêşve bibe.

 Vegeşîna siyasî di xebata rizgarîxwazî de, tê wateya bihêzkiria perwerdeya neteweyî û rêkxiraweyî bona  bilindkirina hişyariya mafnasane ya xelkê Kurdistanê û vegeşandina endamên civakê di hemû warên jiyanê de.

Herwisa tê wateya handan û vegeşandina berhemanîna xwecihî û perwerdehiya jîngehparêzî û jînhezkirinê, serbarê hemû kêşeyên dasepayî ji aliyê rejîma dagîrker ya Îranê ve. Geşeya siyasî bi wateya hêzbexşîn bo bawerîanîn bi şiyan û hêza nîştimanî û vegeşandina çanda xebat di pêxema serweriya nîştimanî û beşdariya takê Kurd di diyarîkirina mafê çarenûsa xwe de ye. Bi wateya bihêzkirina baweriya civakî û misogerkirina yekîtiya refên xebata neteweyî û jinavbirina şûnwarên ji hevdu veqetiyanan e.

Vegeşîna siyasî tê wateya bersivderbûna rêkxirawên siyasî û organan, di hemberî pirsyar û rexneyên xelkê û jinavbirina dûriya di navbera xelkê, rêberên siyasî û çalak, û rêkxirawên xebatkar.

Rasan (Rabûn) bi bê yekîtî û jinavbirina nîgeraniya xelkê, derheq parastina aramiya xebata hevbeş misoger nabe. Xelkê Kurdistanê nirxa serekî ya xebata rizgarîxwaziyê didin, û yekemîn goriyê dubendî û netebahiyê û jinavçûna baweriya civakî ne.

Xelkê Kurdistanê herweha piştevanên herî serekî ên xebata di pêxema ber bi pêşveçûn û rizgariyê ne. Eva jî rêberên siyasî erkdar dike, ku ne tenê ji dîtingeha berjewendiya kurtheyam yan kêşeyên kevn ve, belku ji dîtingeha peyama dîrokî û mirovî ya xwe ve, rola xwe di tevgera rizgarîxwazane  de bibînin, û piştevanî û baweriya civakî bikin hêvinê biryarên xwe.

Em di rewşekê de ne ku ji aliyekî ve dibe ku em bikarin baweriya civakî ya navxweyî bihêz bikin, û ji aliyekî din ve jî, sermayeya civakî ya derve ya xwe dewlemend û çalak bikin. Yekîtiya piraktîkî ya rîzên siyasî û rêkxistinî cîbicîkirina van du erkan girantir dike, û hêzê dide pêvajoya rabûna ber bi rizgariyê.

Pêşkêş e bo yad û bîranîna şehîdên Rasanê,
Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine