Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û aliyên siyasî

23:47 - 4 Şibat 2017

Kerîm Perwîzî

Ezmûna hizbatî û karê rêkxistinî di nava alî û hizbên siyasî, li Kurdistana Rojhilat de, ezmûneke çend dehsalî ye, û her di heman demê de jî, di warê pêwendiya di navbera hizb û aliyên siyasî de, ezmûneke zêdetir tall û kêmtir şîrîn e.

Bi taybetî piştî şoreşa gelên Îranê, li dijî rejîma paşatiyê, (ku di van rojên ku em tê de ne, 38.mîn salvegera serkevtina gel bi ser deshilata zordariyê de ye), di nava civaka Kurdistana Rojhilat de jî, wekî cihên din ên Îranê, çendîn hizb û rêkxirawên din,rikeberiya ên berê kirin.

Mixabin li ber kêmbûna ezmûna karê pêkvebûn, û paşvemayîna civakê, û hatina bîrokeyên pawankerane, û bîra jinavbirin û helandina ên din, serdemeke tall di dîroka Rojhilata Kurdistanê de hate tomarkirin, ku heman dîrok û bi tama talltir ji beşên din ên Kurdistanê, hatne ceribandin. Her di heman demê de, di çend qonaxên din de jî, ezmûna lihevnêzîkbûna hinek hizban, û dostatiya hinek ji bîreweriyên siyasî ên Kurdistanê heye.

Niha ku demsaleke din ji xebatê di Kurdistana Rojhilat de dest pê dike, û demsaleke din a dîrokê tê nivîsandin, pêwîst e ku hizbîbûn, û pêwendiya di navbera hizb û aliyên siyasî pê danê nava qonaxeke din de.

Rasan a Rojhilat, herçend renge dereng dest pê kiribe, lê Rasana girûpeke taybetî û hizbeke taybetî nine, jiber ku Kurdistan milkê pawankirî ê tu kesî nine, û serdema hizbeke giştgîr ku bi xwe di cihê hemû civak û cîhanê biryarê bide nema! Civaka Kurdistana Rojhiat jî, wekî hemû civakeke cîhanî, tejî ye ji rengên cuda û îdeyên cuda. Di vê civakê de, her

hizb û girûpeke siyasî û medenî, û kulturî û civakî, xwe bi nûnerê xwestek û hezkirinên komek kes û tex û qatan dizane, û bi beşdariya hemû hêz û şiyanan e ku xebata Kurdistanê bo rizgarî û bo gihîştin bi azadiyê geşe dike, û nêzî serkevtinê dibe.

Rasana Rojhilat wate xebata bihevre, û li dijî dijminê hevpar ê serekî ku xaka Kurdistanê xistiye bin destê pasdarên xwe de, û dixwaze îradeya neteweyî ya Kurd stûxwarê bîrokeya paşvemayî ya xwe bike, hewcehî bi hemû kes û girûpekê ve heye.

Rasana Rojhilat parlementoya Kurdistanê nine, ku tê de kursî bêne parvekirin, belku pêk tê ji qonaxeke xebata li dijî dijmin, di pêxema selimandina îradeyeke neteweyî -demokratîk a neteweyeke xwedî hêvî û miraz, lewra hemû girûpek, bi her qasî ku di şiyana me de heye, û bi her şêwazekê ku ji destê me tê, pêwîst e ku tê de beşdar bin, û xelkê xwe rêk bixin, da ku li dijî dezgeha serkutkar rabin ser piyan, û me tu kes pê sivik û zêde nebe, û nabe bedela têkşikandina dijmin, em hewl bidin ku hevdu sivik bikin, û pilanên yektir têk bidin.