Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û Bajar

16:11 - 20 Kanûna Paşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Bajar bi wateya xwe ya giştî û di rastî de cihê jiyana asayî û rojane ya xelkê Kurdistanê, pêgeh û çavkaniya bingehîn ya raperî û serhildan û rabûnê ye, û ji çiya ve şoreş bigurr dibe, û li bajaran de hêz digre û berfireh dibe.

Gelê Kurd di Kurdistana Rojhilat de, di ezmûnên curbicur û hemûrengiya siyasî û xebatkarî de beşdarî kirine, û her tex û girûp û beşekê li gora rewş û hêz û şiyana xwe di xebatê de dewr û rola xwe hebûne.

Di serdemekê de di Komara Kurdistanê de, PDKÎ di nav bajaran û di nava kom û civînên xemxwar û têgihîştiyên gel de serî hilda, û bajarên Kurdistanê, bi awayên nû anî nava dîroka xebat û serhildanê de, û wekî pêgeheke girîng ya xebata serdemiyane rola xwe lîst ku mixabin gellek dom nekir.

Di serdema şoreşa gelên Îranê li dijî deshilata Pehlewî de jî, Kurdistanê di nava dilê bajaran de, û li ser kolanan hêza cemawerî ya xwe nîşan da, û piştre jî di encama serberedayîbûn û êrîşên pasdarên Xomêynî de, xelkê gund û bajarên Kurdistanê bûn, ku rêza xebatê qahîmtir dikirin, û kolan dikirin çepera bergiriyê, û xweragirî û piştevanê hêza pêşmerge bûn.

Her heman xelkê gund û bajarên Kurdistanê bûn, ku di qonaxên din de, û li şerê çiya û partîzanî de, piştevan û rênîşander û alîkarê hêza pêşmerge û tîmên pêşmerge bûn.

Piştî ragirtina xebata çekdarî jî, bajarên Kurdistanê roleke berçav di ragirtina vîn û morala xebatê de hebûne, û di şêwazên curbicur de, îradeya neteweyî ya xwe di refên encumena cudahiya çandî û medenî û rêpîvan û nerizayetî eşkerekirin û meş û serhildanan de selimandine, û dijmin be’ecandine.

Di qonaxa nû ya xebatê de, û li Rasana Rojghilat de, xebata hêza Pêşmerge û rola Kurdê koçber li derveyî welat, û xelkê gund û bajarên Kurdistanê, ku bi mînaka

bajar nav dibin, rola hevseng û pêkve wê hebin, û di vê qonaxê de jî, pêşmerge hêma û remza berxwedan û moralbexşînê ye, û bajar çavkaniya serhildan û raperîn, û berbirûbûna di hemberî dijmin de ye, û Kurdên derve jî, palpiştê hêza pêşmerge, û dengê rasana gel dibe, di cîhana derve de. Bajar di vê qonaxa xebatê de, ku pêngavên nû û ezmûna nû jê dikeve, êdî tenê rola wê ya alîkariyê namîne, belkû qonax bi qonax rola sereke ya xebatê, dibe pê bihê spartin, û bajar bibe wargehê serhildan û berxwedanê. Bajar cihê pêkvejiyana hemû rengên ncivakê ye, û xebata neteweyî demokratîk ya Kurd jî pêwîstî bi amadebûna hemû rengan e. Her di vê demê de, dijminê dagîrkar dixwaze ku bajar û çiya ji hevdu veqetîne, û çiya bike giraveke dûrxistî ji rastiya civakê û dest bi ser bajar de bigre.

Rasana Rojhilat pûçkirina pîlanên rejîma dagîrker e, ku dixwaze bajar bêxe qedeman, û çiya zincîr bike. Kiryara xebatkarane û armancdar ya hemû tex û qatên kurdistanê li gund û bajaran, ku bixwazin sêhr û tilismên dijminan pûç bikin, û wekî neteweyeke xwedî îradeya xweselimandin û kolneder jiyaneke serfirazane bikin, pêwîstiyeke girîng ya vê demsala nû ye, û hêza pêşmerge ya nîşana xebatkarî û canfîdayî û moralbexşînê, dikare palpiştê bajar be.