Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û dewleta Kurdistana Başûr

23:24 - 22 Tebax 2017

Kerîm Perwîzî

Di Kurdistana Başûr de pêngava siyasî di asta herî serve de hatiye hilgirtin da ku referandom di dawiya meha Îlonê de, wate yekem hefteya Payîza sala 1396`an de bi rê ve bibin, û merema wan jî ji vê referandomê pirsyarkirina li xelkê ye derheq serbixweyiyê.

Ew pêngava siyasî di Kurdistana Rojhilat de, bi dilê xelkê Rojhilata kurdistanê bû, û pêşwazî jê kirin, û xelk dilxweş e bi vê ku di beşeke Kurdistanê de neteweya Kurd nêzî serbixweyiyê dibe. Ew dilxweşî tenê di asta hizb û aliyên siyasî de nine, û xelkê asayî zêdetir di vê derheqê de kêfxweş in.

Lê hevdem digel vê dilxweşiyê, dilekutkêyek jî di nava xelkê Rojhilata Kurdistanê de heye, ku gelo piştî serbixweyiya Başûra Kurdistanê, wê xebata Kurdistana Rojhilata bikeve çi qonaxekê de?.

Ew nîgeraniya zêdetir ji vê yekê ve çavkanî digre ku piştî deskevtên Kurd li Başûr, di du qonaxên cuda de, xebata Kurd li Rojhilat ber bi lawaziyê ve çû, û rejîma zal li Tehranê, bi pîlandarêtin karî ku derbeke giran li xebata Kurd li Kurdistana Rojhilat bide.

Di vê biyavê de, du boçûn hatin gorê. Yan di rastî de du cur xwendin bo siyaset û stratejiya li Kurdistanê, bi taybetî di du beşên Başûr û Rojhilat têne kirin.

Boçûna yekem ew e ku di her pêşveçûneke xebat û piroseya siyasî li Kurdistana Başûr de, herçend di asta hizr û îradeya neteweyî de bi qazancê Kurdistaniyan bi giştî ye, lê li ber lawaziya Kurdistana Başûr di hember dewleta Tehranê de (Her kes di Tehranê de li ser kar be), Kurdistana Başûr neçar dibe îmtiyaz û poanan bide hikûmeta Tehranê, li ser hisaba xebata Rojhilat.

Li gora vê boçûnê, berjewendiya Kurdistana Başûr û Rojhilat dikevin nav du bereyên cuda de, ku dabînbûna yek ji wan, di kurtheyam û navgînheyam de, di zirara yê din de ye. Di vê mînakê de her çi piroseya siyasî li Kurdistana Başûr nêzî serbixweyiyê dibe, dijayetiya berjewendiyan digel Rojhilat jî tundtir dibe, û xebata Rojhilat ber bi aliyê beranê qurbaniyê ve tê paldan
Di xwendineke din û lênihêrîneke din de, berjewendiya beşên Kurdistanê û di vê wêneyê de Başûr û Rojhilat li dijî hev nînin, belkû tewawker û kûrahiya stratejî û palpiştiya berjewendiya yektir in.

Li gora vê xwendinê, di her pêşveçûneke xebata beşeke Kurdistanê de, ne tenê pêwîst nake xebata beşeke din bê lawazkirin, belkû kûrtirbûna xebata vê beşa din dikare alîkar be bo aliyê din.

Di rewşa heyî ya niha de, ew xwendin wisa lê tê, ku ber bi pêşveçûna piroseya siyasî û bidewletbûna Kurdistana Başûr, pêwîstî bi hêz û kûrahiya stratejîk heye, û xebata Kurd li Rojhilat pêwîstî bi xeyala nêzîkbûna bi armancê heye. Di danûstandineke weha stratejîk de, hindî ku Kurdistana Başûr nêzî dewletbûnê dibe, xebata Kurd li Rojhilat jî pêwîst e ku geştir û berfirehtir be, da ku bikarin wekî cemikeke stratejîk pişt û penayê hev bin.

Ya ku di vê modelê ji xwendinê de girîng e, ew e ku şêwaza xebata cidîtir û taktîkî dibe formeke hişk û dogm nebin, û berdewam ji manora siyasî û xebatkariya cuda mifah bê standin, da ku dewleta Tehranê ku dijminê xebata Rojhilat û bargiraniya bi ser Başûr e, nebe bikerê biryarder.

Di vir de ye ku em digihîjin vê encamê, ku piroseya bidewletbûna Başûr û Rasana Rojhilat, cemikên pêkve girêdayî û hevçarenûs in, ku ne tenê berjewendiya dijî hev tunînin, belku tê kirin ku bihêziya her yek ji wan bibe faktera bihêzbûna ê din.