Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û kultura siyasî

01:36 - 7 Îlon 2018

Kerîm Perwîzî

Di nava her civakê û di her welatekî de, beşek ji sîstema siyasetkirin û pêwendiyên siyasî pêk tê ji kultura siyasî ya zal û di vê çarçoveyê de jî, axavtin  û derbirînên siyasî, koka van pêwendiyên siyasî û di rastî de, kultura siyasî pêk tînin.

Bi lêhûrbûneke bilez bi ser wêjmana (gotara) siyasî yan koma hevok û têgeh û destewajeyên siyasî ên her rêkxiraweke siyasî yan jî lêdwanên siyasî ên têkoşerên siyasî, û çalakên biyavê siyaset û îdareya civakê û welat û herweha opozisyon û opozisyoba siyasî ya welatekê, û sîstemekê, gellek bi hêsanî derdikeve, ku her kes û aliyek li çi paşxaneke hizrî û bîrkirinê, û ji çi lênihêrînekê ve berbirûyê cîhanê dibe, û di rastî de siyaset û helwestên siyasî, cuda ji berjewendiya dijber û hevbeş û parsenga hêz û ...hwd, beşeke wê jî, pêk tê ji şerê wêjmanî yan şerê gotaran, ku di rastî de gotar û wêjman, şerê berjewendî û siyasî ne, ku xistine nav cîhana peyvan de.

Di welatê çendneteweyî ê Îranê de, çetr û sîvaneke wêjmanî ya dîrokî heye, ku herçend kal jî be, û gellek şirr bûye, lê her şûnwarên wê mane, û bandora wan heye, ku navê wê dadinên edebiyata siyasî ya marksîzma Rûsî-tûdeyî, ku çavkanî ji Marksîzma Rûsî, wekî kultura buxtanan, û peyvên hişk ên Rûsiyê, ji dîtina Rûsên serdema tizar, û piştre jî Soviyetê ve bo Marksîzma wêranker ya her tiştî, çavkanî digirt, û di têgihîştinên netewaw ên hizba Tûde de, kinceke din dikirin ber de, û edebiyata marksîzma Rûsî-Tûdeyî jê pêk dihat.

Ew edebiyata siyasî pêk dihat, ji buxtan pê kirin, peyvên req û bêzarker ji bo derkirina dijber, û aliyê din, û sivikatîkirina bi hemû bawerî û têgihîştinên xeyrî xwe, û mebest jî ew bû, ku bi sivikatî û bêrêzî û tohmetan, dijber di qadê derxînin.

Mixabin ku ew kultura siyasî tenê di Partiya Tûde de nemaye, û bi panahiya Îranê belav bûye, û piraniya hizb û aliyên din, kêm yan zêde ew kultur bi xwe girtin, û niha jî ku di mozeyê de dibe tu li pey Partiya Tûde û marksîzma Rûsî bigerî, û şûnwarên vê edebiyata siyasî ya bêzarker her niha jî tê dîtin.

Ji aliyekî din ve edebiyateke siyasî, kultura bicihmayî ya siyasetnameya Nizmiyê Gencewî maye, ku pêk tê ji kultura mehtkirina û riyakarî, ku ew jî di edebiyata beşek ji Komara Îslamî û aliyê siyasî ên din de jî tê dîtin. Lewra dibêjim beşek, jiber ku beşa sereke ya Komara Îslamî peyrewiyê dikin ji heman xetê edebiyata siyasî ya Rûsî-Tûdeyî.  

Rasan Rojhilat pêwîst e ku hem ji sivikatî pêkirinê xwe dûr ragire, û hem jî riyakarane û şermokane nebe, û di navbera van du têgihîştinan de, edebiyateke din bigre pêş, ku pêk bê ji rast û rewan û cidîbûn, bi parastina rêz û hurmeta hember, bi bê vê ku paşekêşeyê di mafên serekî de bike.

Bona ragirtina rêzê, pêwîstî bi riyakarî û mehtkirinê nake, û bo selimandina hebûna te bixwe jî, te hewcehî bi bêhurmetî û sivikatiya bi hember nîne. Edeba siyasî ya Rasanê, dibe edebeke cidî, bi bê şermkirin, rastbêj û piştgerm bi mafên siyasî ên gel û belgedar û lojîk.