Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasan û xebata çekdarî

12:10 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kawe Behramî

Di nava torên civakî de, û herweha hinek ji dezgehên ragehandinê de, ku bîreke şovenîstî bi rê ve dibin, bas û mijarên xwe taybet kirine bi xebata gelê Kurd û danîna nîşana pirsyarê li ser xebata çekdarî.

Rohn û eşkere ye ku Rasana Rojhilat tevgereke çend alî ye, û amadeyiya pêşmerge di nava xelkê de yek ji payeyên serekî ên wê ye, ku şovenîstên ku li gora sedsalên navîn difikirin, vê Rasanê wekî hewlekê bona perçekirina Îranê dihesibînin.

Rasana Rojhilat piroseyeke bona hişyarkirina komên xelkê di biyavên civakî, aborî, siyasî û mafê mirovan, û …hwd de, û ew mijar jî hewcehiya wê bi hebûna parêzerên van mafan heye di navxwe ya nîştiman de, û wekî pêşmergê çiya û bajar guh dide xwestek û daxwaziyên civatên xelkê Rojhilata Kurdistanê, û serbarê polênkirina van kêşeyan di çarçove û mîkanîzmeke baş û bicî de wan organize dike.

Bi xweşî ve hebûna pêşmerge di navxwe de, digel pêşwaziya xelkê welatparêz ê Kurdistanê bebrirû bû, ku di beşek ji navçeyan hêzên rejîmê gellek tirsinokane û bi xerckirina sedan milyon Tûmenî bi awayê herî nemirovane bose ji pêşmergeyan re danîne. 

Ya ku cihê mixabiniyê û baldan û lêfikirînê ye, hejmarek ji dezgehên ragehandinê li derveyî welat û bi nav demokrat û azadîxwaz di kiryareke şovenîstane û bi hevsozbûna digel navendên rejîmê, ne tenê vê xebata rewa dibin jêr pirsyarê, û wekî cudahîxwaz dihesibînin,  belku gellek xwe mezin dihesibînin û çaverê dikin ku emê şoreşger van pêngavên rewa şermezar bikin, û çavên wan nabîne ku bi dehan kes ji xelkê Kurdistanê bi rojnamevan û Kolber û pêşmerge ve çende nemirovane hatine şehîdkirin, û heta bo carekê jî ew basê nakin, û di hember de rojê dehan carî bas ji kuştiyên rejîmê dikin.

 

Ew xebata me ya rewa wekî hewlekê bo têkdana civakê û kuştina xelkê Îranê û êrîş û kemîndanîn, û tawanên hêzên serkutkar ên rejîmê jî wekî hewlekê bo parastina Îranê ji perçebûnê dizanin, ku beşek ji wan ew kes in ku bi sala ye di rêzên rejîmê de, li dijî xebata gelê Kurd çendîn kiryarên nemirovane bi rê ve dibin, û niha jî wekî metirsiyekê li ser berjewendiyên xwe dihesibînin.

Ez kurt bikim, ez xwe şanaziyê dikim bi xebat û siyaseta rast û dirust ya hizba xwe, û bi taybetî çûna pêşmergeyan bo navxwey welat, û hemû wan hewlên şovenî di biyavê lawazkirina Rasanê dizanim, ku bi hewl û tekoşîna hemû aliyekî û yekîtiya xwe, dibe em pîlanên neyaran pûç bikin, û heta serkevtinê û rûxandina rejîmê em nekevin qedeman û nesekinin.