Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rasana Rojhilat

18:24 - 4 Îlon 2018

Bedredîn Salih

Qonaxeke nû ya dîroka Kurd ji Rasanê ve dest pê dike.Herwekî ku em dizanin beşek ji sedemên bindestî û parçe-parçebûna nîştiman û neteweya Kurd vedigere ser şêwaza ji rê derxistina bîrkirina Kurdan, ku çavkaniya vê bîrkirinê jî vedigere ser bandora vê bernameya domdirêj a perwerdehiyê, ku ji navendeke diyar ve, bi hizra veşartina rastiyên dîrokî û zatî ên mirovê Kurd, û xapandina takê Kurd, û korekirina şiyana hizrkirina wê, îdeolojiya serdest bi ser Kurdistanê de aniye.

Rasana vê carê ya Kurd li Rojhilata Nîştiman çi di biyavê teorî de, û çi jî di biyavê piraktîkê de, guherîneke pozetîv ya bingehîn e bi ser civak û kesayetiya takê Kurd de.

Bi awayekî ku piştî Rasanê tê hestkirin ku binesaziya bîrkirin û hizr û hêza biryara kilasîk a qalibdayî ya Kurd, û cureta zindanîkirî û hizra biryara dirust ya Kurd bi taybetî li Rojhilata Kurdistanê her di bingehê de tevlihev bû, û ser ji nû bi pênaseyeke sererast û zanista pêwîst ya serdem darêtiye, û pênase kiriye.

Ez digel rijiyana xwîna tu jîndareke nîştiman xwe jî nînin, çi ewên ku min adet bi xwarina goştê wan jî kiriye, çi jî bigihîje rijiyana xwîna lawên nîştiman û mirovê Kurd, lê pêgehandin û perwerdeya nivşa Rasanê û pê spartina xwedîtiya şoreş û xebatê bi siyasiyan, û hizban û pêşmergeyan bo civakê, û bo lawan û hevwelatiyên navxwe yên nîştiman, heya kûrahiya dilê dijmin, guherînek e ku di dîroka xebata rizgarîxwazane ya gelan de mînakên wê kêm in.  Rasan perwerdeyê serbazî û rêkxistin û berbirûbûnê bi metodeke cuda ji metoda dagîrker anî gorê.

Bi bê du dulî û tirs û guman, eşkerekirina vê rastiyê ye, ku di medyayên PDKÎ de hatiye belavkirin, û di heyama yek sala borî de, di çend berbirûbûnên leşkerî de, hejmarek berpirs û pêşmergeyên Kurdistanê heya dawî gulle berbirûyê hêza dagîrker bûn, û di dema neçarî û nemana teqemeniyan, bi lehengiyeke bêhempa xwe teqandin, lê teslîm nebûn. Belê eva ye ew erdheja ku hemû pilan û metod û bername hilweşandin, ku bi salan em pê bindest û rezîl kirine.

Ew metod ku îrade û baweriyeke hesinîn ya neteweyî ya Kurd e, ku 1500 sal in ji me hatine dizîn, û bêguman ew yek dibe sedema herifîna morala vê deshilata rizî û kultura ku bi agir û xwînrijîn bas ji dîroka derev û saxte ya 2500 salî ya Îranê dike.

 Rasan li Rojhilat derfeteke dîrokî û zêrîn e ku Kurd cardin xwe pênase bike, û kesayetiya rastîn vegerîne bo kesê Kurd. Bi hêviya gihîştina Kurd bi mafê neteweyî ên xwe, bi xwîneke kêmtir, û vegerandina dîrok û xak û nîştima hatî dizîn ya Kurd bo xwediyê wê.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine