Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm bo nûjenkirina xwendingehan ji welatiyan pere verdigire

17:59 - 16 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di, ji bo nûjenkirina xwendingehan û dabînkirina alavên desr xwendinê, ji malbatên ders xwanan daxwza pere kirin.

Berpirsên xwendingehên rejîma Îranê, bi dana nameyan bo desr xwanan, ji malbatên ders xwanan dawxaza pere kirine, û di vê nameyê ragehandine ku  ev pere ji bo dabînkirina alavên desrxwendinê, guherîna  derî û pencereyên xswendingehan, alavên lîstkan, û … Wdh, dixawaz kirine.

 Eva di demekê deye ku, Li gorî esla yasaya bingehîn  ya Îranê, “Dewlet erkdar e  ku hemû îmkanatên pewerde û hînkirinê yên bê beramber bo hemû kesî di Îranê de, heya asta paşnavendî bo dersxwanan dabîn bike, û alavên dersxwandinê heya asta serbixweyiya welat bi bê beramber amade bike.

Herwisa, di hin bajaran de heta avahiyên xwendingehan jî çê nekirine û zarokên welatiyan neçar dibin, dev ji dersxwendinê ber din, yan jî bi zehmetî û di avahiyên herifî de, yan jî wekî bajarê Şadiganê ji ber nebûna avahiya xwendingehê, bi neçarî di nav avahiya ku di nav qebran de ye ji bo desr xwendinê mifahê jê werbigirin.