Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm çewtekariya di dîroka Kurdên Xurasanê de dike

13:02 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Di parêzgeha Xurasana Bakûr de tirkên girêdayî rejîmê bi weşana gotarekî, kultûra û dîroka Kurdan, bi navên xwe tewev dikin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Di bajarê Bêcnurd a girêdayî parêzgeha Xurasana Bakûrî de, tirkan bi weşana gotarekî ku bi navê “Kulyatî derbarê Turkanê Xurasan”, ku ji aliyê Mihemed Berzêger ve, hatiye nivîsandin, bi hemû awayekî çewtekariyan li dîrok û kultûra kurdî kirine û bi navê Tirkan dawî pê anîne.

Nivîskarê wê pirtûkê ji aliyê şaredarê Bêcnurdê Rûhila Beratiyan ve hatiye piştevanîkirin, û di wê gotarê de, hewldane bi çewtekariyên xwe dîroka Kurdan bibne jêr pirsiyar, û herwisa serdarên Kurdan yên bi navên “Serdar Êvez Xan, Ceco Xan û Reşîd Xan” ku serdarên netirs ê Kurd bûne, di wê pirtûkê de bi Tirk dide nasakirin.

Navbirî bi weşana wê gotarê dixawze bi haşakirin li dîroka Kurdan di Xurasanê de, xweneran han bide daku bêjên mezintirîn dujminên Tirkan di Xurasanê de Kurdin, ewe dibe arîşeyeke mezin dinavbera Kurd û Tirkan di Xurasanê de, û ji aliyeke din ve jî, rejîm di pîlan darêtinê xwe de serkevtî dibe.

Rejîma dîktatur û faşîst a Îranê, di heyama çend sale ku bi awayên cuda hewl dide daku Kurdan asmîl bike û dîroka Kurdan jinav bibe, û rejîm bi hemû awayekî piştevaniya wan nivîseran dike û tu berbestekê nîşan nade û pêşî ji wan hereketan nagre.

Her di vê pêwendiyê de, welatiyên Xurasanê ku her sal bo vebîranîna salroja helbestevanê Kurd, “Ce`ifer Qolî Zengilanî” ku helbestvanekî binav û deng ê Kurd ji bajarê Qoçan a girêdayî parêzgeha Xurasana Rezewî bû, welatî û helbestvanên Kurd li ser tirba wî bi awayên cuda kultûr û helbestên Kurdî nûdikirin, lê ji aliyê Wezareta îtila`ata rejîmê ve hate daxistin, û îzin bi kesê nehate dan ku serdana tirba wî helbestvanê Kurd bikin, û her di vê derheqê de, çendîn çalakvanên Kurd desteser kirin.