Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm givaşan dixîne li ser cotiyarên Kurdistanê

17:42 - 9 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Komara Îslamî, givaşan dixîne li ser cotiyarên Kurdistanê, da ku berhemên çandinî ên xwe radestî kompaniyayên dewletî bikin.

 Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  Komara Îslamî a Îranê, li bajarê Kamyaranê givaş xistine ser cotyaran, da ku berhemên çandinî ên xwe ji kompaniyayên girêdayî rejîmê re bifroşin, û îzina vê yekê ji van re nayê dan da ku, li ser zeviyên xwe û bi perê next ji delalan re bifroşin.

Eva di demekê de ye ku, cotyaran, hemû hewcehiyên xwe di bazarên azad de, û 5 hember zêde ji nirxa ku dewletê diyarî kiriye kirîne û dewletê tu alîkariyek di vê derheqê de ji van re nedaye.

Hevwelatiyekê ku nexwastiye navê wî eşkere be, di vê derheqê de daye zanîn ku:  Rejîmê gef ji cotyarên deverên girêdayî bajarê Kamyaranê xwariye, ku nabe bi tu awayî berhemên xwe ji delalan re bifroşin, û dibe hemû berhemên xwe radestî dewletê bikin û eva ji di demekê de ye ku: xelkê hewcehiyên xwe 5 hember bihatir li sala derbazbûyî kirîne û ev yek jî nerazîbûna xelkê lipey xwe hebûye.

Herwisa cotyaran ragihandine jî ku, nabe îzin bidin rejîm, berhemên van bi qer û next û bi nirxeke kêm bibe û daxwaz kirine da ku xelkê deverê li hemberî vê yekê de, berxwedaniyê bikin.