Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm givaşên xwe bo ser mamostayên Kurdistanê zêde dike

18:00 - 21 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Dezgehên ewlekariyê yên rejîmê bi armanca zêdekirina givaşan bo ser mamostayên Kurdistanê, piştî gireva rojên 22 û 23`ê Reziberê, desteyeke din ji mamostayên Kurdistanê ji bo navendên ewlekariyê gazîkirine.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di berdewamiya givaşên bo ser mamostayan di Kurdistanê de, hejmareke din ji mamostayên xwendingehên bajarê Seqizê bo îdareya Emakin a wî bajarî gazîkirine.

Navê pişkek ji mamostayên ku hatine gazîkirin wiha ne: “Tahêr Qadirizade, Silêman Ebdî, Seiyîd Elî Husêynî, Ehmed Qadirî, Hamêd Yezdanî û Xalid Ebdulahî.

Hêjayê basê ye ku, dosya Silêman Ebdî bo dadgehê hatiye şandin û metirsiya sepandina cezayê bo heye.

Çend rojan ber niha, roja Sêşemî rêkefta 24`ê Rezberê, mamosta Mihemdsalih Şekerî, mamostayê yek ji xwendingehên bajarê Seqizê, piştî 10 rojan destbiserikirin û xwedîkirina wî li giritîgeha  îdareya îtila`atê de, ev bo girtîgeha navendî ya wî bajarî veguhastine.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ew mamostayê  Kurd di bin givaşên îdareya îtila`atê de bûye.