Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm kasibkarên Kurd, misteheqê kuştinê dizane

12:41 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên Rejîma Îranê kasibkarên Kurd bi qaçaxçî dihesibînin û kuştina wan ji aliyê hêzên rejîmê ve bi heq didine zanîn.

Qasim Rizayî fermandê hêzên rêjîmê yê binav sînorparêz, di konfiransekê de ragehandin, çima demûdezgehên zêrevanî ên rejîmê îzinê didne hinek kesan û ragehandinan ku di cihê navê Qaçaxçî, peyva kolber bikar tînin.

Wî fermandê rejîmê, kasibkar û kolberên Kurd bi kesên sînorşikên hesibandin.

Kolber û kasibkarên Kurd rêkên dijwar ên ser sînoran didine pêşya xwe daku, bikarin pariyeke nan ji bona zarokên xwe peyda bikin.

Piraniya wan kolberan rastî sirûseqem û kevtina ser Mînan, û herwisa bi berdewamî dikevine ber destrêjiyên hêzên rejîmê û têne kuştin.