Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm li pey lekedarkirina navê pêşmerge ye

13:20 - 27 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Hêzên girêjbûyî yên girêdayî rejîma Îranê, bi navê pêşmerge pare li xelkê distîn in.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, heyameke hindik çekdarên nenaskirî ku, devûçavên xwe girêdane, û bi navê pêşmergeyên HDKÎ, daxwa alîkariyê li zozaniyên deverên menguratî ên bajarê Mehabad û  Pîranşarê dikin û dixwazin navê pêşmerge lekedar bikin.

Ew kesane tu pêwendiyek bi hêza pêşmergê Kurdistanê ve nîne û girêdayî rejîma Îranê ne ku, bi xeyala xwe dikarin, bi rêya wan kiryarên netiwanî û dizîv, navê pêşmergê Kurdistanê di dilî xelkê Kurditanê de lekedar bikin û li hezkirina pêşmerge kêm bikin.