Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm Orduyên xwandikaran dibe cihên berxwedaniya Pêşmergan

13:04 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Spaha Pasdarana terorist a bajarê Selmasê, îsal dê orduya binav Rahiyana nûr, bibe wan cihane ku cihê berxwedanî û hemase afirandina hêza Pêşmergên Kurdistanê û şikesta hêzên Rejîmê ne.

Spaha Pasdaran a terorîste bajarê Selmasê, dê 1200 kes ji qutabî û xwandekarên wî bajarî li jêr navê ordu dê bibe wan cihan ku rejîmê nav jê danane deverên çalakiyên sinorî li Selmasê.

Her di vê derheqê de pasdar Şakir daye zanîn ku, qirare em 1200 kesan li karvanê Rahiyana nûr, bibine devera Çarsitûn û Hacîcefanê pênîşanê wan bidin.

Hewcehî bi bîranînêye ku ev devere cihê çendîn şer û hemase û berxwedaniya pêşmerga ne û cihê şikestên mezin û ji bîr neçûye hêzên rejîmê ne.

Spaha Padaran a terorîst di devedevê sernixuniya rejîmê de careke din bi armanca bizivandina hesta zarok û qutabiyan, toyê şer bireşîne û cih xweş bike daku roja hewce wan zarokan bike qurbaniya siyaseta şerxwazaneye xwe.