Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran, asarên dîrokî jinav dibe

13:14 - 3 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, dest di nav talankirina şûnvarên dîrokî de heye, û vê carê jî, li bajarê Seqizê destavêtiye têkdana şûnvarên dîrokî û mijûlê jinavbirina cihên dîrokî ên Kurdistanê ye.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, parek li kela dîrokî a gundê “Masyera Şêx”, ku helketiye di navbera gundê “Masiyera Şêx û Mosim ava”, ku hemberî gundê “Masiyer Slêman” a girêdayî devera Xurxure ya bajarê Seqizê, ji aliyê rejîmê ve hatiye têk dan.

Ew kela dîrokî, çend sale ji aliyê îdareya Mîrata Çandî û Spaha Pasdaran a terorîst ve dest bi ser de hatiye girtin, û bi xelkê wê deverê re gotine ku, dezgehek hişyarî tê de danîn e û nabe ti kes lê nêzîk bib e.

Rejîma Îranê, di wî heyamê de, bi hênceta kêşana boriya gazê, parek li dîvarê kelê hiloşandiye, û zirareke mezin gihandine wê kelê û xelk jî, kevirên wê bi xwe re birin e.

Ew kele bi sedema kevin bûn û keş û heva, pareke zêde bi ax û tuz hatiye veşartin. Rejîm jî ne îzinê dide  xelkê serdanê bikin û ne jî, bi xwe nû dike û heta îzin bi ti Saziyekê jî nade ku tê de kar bik e.

Rejîma Îslamî a Îranê dest di nav talankirin û dizîkirina asarên dîrokî ên Kurdisytanê de heye, ji bo vê nahêle xelk serdana wî cihê dîrokî bikin.