Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm, Îranê difiroşe

12:37 - 4 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê, piştî tepesekirina hevwelatiyên xwe, wê carê dest avitiye bi firotina Îranê.

Pêka rapora televîzyona fermî a Rûsiyê, rejîma komara îslamî bona ragirtina piştîwaniya Rûsiyê ji xwe, para Ava Îranê di behra Xezerê de, ku para wî %50 bû, pêşkêşî Rusiyê kiriye û tenê %13 bo Îranê hêlaye.

Pêka eşkere kirina wê nûçeyê, qirare ew %13 jî kêm be û bê ser qiraxên Avî yên Gîlan û Mazenderan ê.

Li derheq para Îranê di mafê yasaîye behra Xezerê de, Rûsiye dixwaze bi yek carî Îranê jê bê par bike û bêxe ser Rûsiyê, her di wê derbarê de serkomarê rejîma Îranê Hesen Ruhanî rêkevtinnameyek wajo kiriye û para Îranê pêşkêşî Rûsiyê kiriye.

Heta wê demê jî rejîma Îranê di wê derheqê de tu nûçeyek ranegihandi ye.

Derheq firotina para Îranê ji behra Xezerê ji aliyê rejîma gendel a Îslamî bi Rusiyê re, zaf çalakvanên siyasî û medenî, li hember wî karê rejîmê, banghêj dane ku xelik ji rejîmê qebul neke û derkevne ser kolanan û nerazîbûnên xwe nîşan bidin û bi taybet dawaxaz ji xelkê hatibû kirin li hember meclisa rejîmê kom bin.

Desthilatdarên wê rejîmê bona mana xwe û rejîma xwe bê guman amadene hemû karekê bikin û hemû Îranê bifroşin.

Her di vê pêwendiyê de berê jî Rûsiyê li binkeya leşkerî a Noje a bajarê Hemedanê mifah vergirtibû, eve di demekê de ye ku berpirsên rejîmê, bi berdewamî bas li serxwebûn û yekparçeyiya Îranê dikin û berê jî rexne li rejîma paşayî digirtin, ku destnîşankiriyê dewletên bêhaniye û niha jî berpirsên rejîmê bûne xilamokên welatê Rûsiya yê.