Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran û Rusiyê berpirsê qeyrana penaberan in bo Ewropa

15:55 - 10 Îlon 2015

Kurdistanmedia: Erdoxan serkomarê Turkiyê, rejîma Îranê û Rûsiyê bi vê tometbar kirin ku piştevaniya wan du welatan ji Beşar Esed bûye sedema vê ku qeyrana penaberan li Ewropayê pêk bê.

Li gor malpera kurdistanmedia, roja Yekşemî 15’ê Xermanana 1394’an Receb Teyîb Erdoxan serkomarê Turkiyê di gotubêjekê de, digel kanala CNN piştevaniya rejîma Tehran û Miskoyê ji rejîma Esed mehkûm kir.

Erdoxan di dirêjiya qiseyên xwe de bas ji vê yekê kir ku ev herdu welatane tu demekê nexwastine ku guherîn di vî welatî de hebe û hertim piştevanî ji vî rêberê zalim kirine, û tu demekê bîr ji vê yekê nekirine ku çawa li ser deshilatê vêde bibin.

Erdoxad di gotinên xwe de got ku Îran û Rûsiye piştevanên sereke ên rejîma Esed têne hesibandin û navbirî bi rohnî eşkere dike û dibêje min berê gotiye rêberên wan du welatan ku hûn çek û pare bo rejîma Esed dabîn dikin, û piştevanî ji vê rejîmê dikin.

Erdoxan herwisa bas ji vê yekê kir ku tewawî hewla Îran û Rûsiyê bo vê ye ku tevahiya opozîsyonên vî welatî ji nav bibin, û girûpa terorîstî ya DAÎŞ’ê ku piştevaniyê ji Sûriyê dike, û Beşar Esed piştîvanên herî sereke yên DAÎŞ’ê ne.

Bi sedema şerê navxweyî welatê Sûriye heyama 5 sala dibe ku şer di vî welatî de dirêjî heye, û zêdetir ji 4 milyon hemwelatiyên Sûrî welatê xwe bi cî hêlane, û çûna xelkê vî welatî bo welatê Ewropa di heyama çend salên derbazbûyî de bê mînak bûye û di destpêka sala 2015’an de 300 hezar penaber çûne Ewropa ku ji sedî 46 penaberên Suriyê bûne.