Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 10 binke û navnedên mezhebî ji dana malyatê bexşîn

18:10 - 11 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rêkxirawa Karûbarê Malyatî a rejîma Îranê di daxuyaniyekê de rêzbenda 10 navend û binkeyên mesebî eşkere kir ku ji dana malyatê hatine bexşîn. Ew 10 navned nêzî 7 hezar milyard Tûmenî bûdceyê ji dewleta Îranê werdigrin.

Rêkxirawa Karûbarê Malyatî a rejîma Îranê 10 binke û navendên mesebî ji dana malyata salane bexşîn.

Ew binkane ev in:

Binyata Mustez`efan ya Înqilaba Îslamî, Navenda Birêveberî ya Fermana Îmam, Binyada Şehîd, Komîteya Îmdad, Saziya Teblîxata Îslamî, Deftera Teblîxata Îslamî ya Hewzeya Îlmiye ya Qumê û çend binkeyên din ên rejîmê.

Ragehandina van navan bo bexşîna malyata wan di demekê de ye ku sala borî jî derheq bexşîna malyata hindek navendên nêzî rêberê rejîmê nerizayetî pêk hat.

Hemû navendên ku hatine bexşîn ji wan navendan in, ku nêzîk û girêdayiyê rejîma Îranê bixwe ne, û eva di demekê de ye ku rejîma Îranê di bajarên curbicur de pereyeke zêde ji rêkxirawên xelkî û NGO`yan wekî malyat werdigre.

Îslamî û mesebîbûna deshilata rejîma Îranê dibe sedema vê ku ji aliyê seranên vê rejîmê ve, hewcehiyên xweşbijîwiyê bo muhreyên wan berçav bêne girtin, û hemû xizmetkarî û budceyên berçav bi wan bêne dan.