Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê berdewam peywendî di gel Amerîka hebûye

11:57 - 9 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Sozan Raysê eşkere kir ku rejîma Îranê li asta serwe de berdewam peywendî di gel Amerîka hebûye.

Sozan Rays Nunera berê ya Amerîka li Rikxistina Netewên Êkbûyî de, eşkere kir ku di gel Mihemed Cewad Zerîf çend caran rûniştiye , herwisa berdewam di gel Mihemed Xeza`î Nunerê rejîmê li Saziya Netewên Hevgirtî de rûniştiye.

Wê Xanima deshilatdare Amerîka li Pirtuka bîreweriyên xwe de basê hindê kiriye ku hemi carê jî bi avayê fermî ew hatine deftera Nuneratiya Amerîka em gel wan rûniştine, Zerîf hemi carê daxwaz dikir bila ev rûniştin eşkere nebe û bila media û xelkê Îranê haylê nebin.

Rays dibêje me çi kêşeyek nebû ku em bas bikin, lê ewa lahî û daxwaza deshilatdarên rejîmê bû ku bila peywendiya me dizîve be, hêceta wan jî ev bû ku nabe ji aliyekê em li navxweye Welat de daxwazê ji xelkê bikin ku duruşma merg ber Amerîka bidin û ji aliyeke dinê em bi xwe jî di gel Amerîka runên, lewma deshilatdarên rejîmê pê direvan bi ser xelkê de hikum dikin û dijayetiya di gel Amerîka jî tenê mesrefa navxweyî heye.