Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi hemû cehda xwe ve zêrevaniya xelkê dike

12:32 - 8 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê Hemû warên jiyana xelkê welat, bi taybetî peywendî û bikaranîna înternetê, xistiye bin zêrevaniya xwe, da ku kontrol bike.

Fermandê Besîc ê rejîmê ragihand ku, bi mebesta kontrolkirina peywendî û torên civakî di Îranê de, û li pêxema berjewendî û parastina armancên rejîmê, nîv milyon kes wekî zêrevan û saybêrî dananê ser kar.

Xolamriza Silêmanî Fermandê Besîc, roja 16`ê Xermananê got: Îdara Besic bi mebesta çalaktirkirina hizûra hêzên girêdayî bi rejîmê, hezaran binkeyên Saybêrî danane ku, her binke pêk hatiye ji 500 kesan, ku hemû li ser hev, xwe pitir ji nîv milyon kesan dibe. Erkê sereke yê wan jî kontrolkirina torên civakî ye.

Dijberên rejîmê gelek caran digotin ku, rejîm peywendî û înternetê bi ser xelkê welat de kontirol dike, di hember de jî, berpirsên rejîmê ew îdiaye red dikirin, lê ew gotina Fermandê Besîc ê rejîmê wê rasiyê îsbat diket ku rejîm hêz û hezîneyeke zaf bo kontrola peywendiya xelkê terxan kiriye.