Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi herifîna xwe nêzîk dibe

17:04 - 11 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên payebilind yên Amerîkayê, li ser vê baweriyê ne ku, rejîma Îranê li hemberî  dorpêçên aborî yên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine sepandin, dewam nake, û wê biherife.

Pêka gotûbêja ku nûçegihaniya “NBC” a Amerîkayê ya ku digel hejmarek berprisên payebilind yên berê  yên Amerîka  û hejmarek dîplomatên din ku di vê derheqê  encam daye, “Donal Trump” serkomarê Amerîkayê wiha dibêje: “Ez bixwe xatircem ninim ku rejîma Îranê, li hemberî wan dorpêçan de, wê dewam bike yan ne”.

Herwisa 9 dîplomatên xeyrî Amerîkayî û “Mik Pompeo” Wezîrê Karê Derve û “John Bolton” şêvirmendê  ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê di civîna digel hin  berpirsên derve,bas ji herifîna rejîma Îranê di hemberî civaka bêhêvî ya Îranê kirine.

 Wan berpirsên Amerîkayê derheq  buhatî/ helawsan, girev û meşên berfireh yên nerazîbûnan yên li ser şeqaman, wekî gef û metirsiyeke mezin  li dijî Îranê dane zanîn û herwisa ragehandine ku  dorpêçên  neftê yên ku di heyama çend rojên borî de, li dijî rejîma Îranê hatine îlankirin, dikare dawîn derbê ji pêykera Komara Îslamî bixîne, û bi baweriya van ev derbeya bi qasî ye ku, dikare komara Îslamî derheq çalakiyên leşkerî yên di Rojhilata Navîn de jî, poşman bike û heta bibe sebeba herifîna vê rejîmê.

Berprisekî Amerîkayê ku nexwestiye navê wî eşkere be, di vê derheqê de gotiye ku, me keyf ji vê rejîmê nayê, çimku rejîmeke dîktatorê mesebî û durû ye, û herwisa  diziyê li xelkê xwe dike, lê di dawiyê de, xelkê Îranê bixwe biryarê bide, ku dixwazin di bin çi desthilatekê de jiyan bikin.

Her di vê pêwendiyê de “Mik Pompeo”, derheq şerê sar yê di navbera Amerîka û Îranê de, bas ji piştevaniya xwe ji xelkê Îranê re kir, lê ew jî ji xelkê Îranê dixwaze ku, rêveberiya welatê xwe biherifînin.