Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê caş û kirêgirtiyan ji sifreya xwe bêpar dike

21:34 - 23 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê di Kurdistana Rojhilatê de, baweriyê bi caş û kirêgirtiyên xwe nake, û bi hêcetên cur bi cur wan li ser kar derdixe.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia, baregeh û navendên ewlekarî û leşkerî yên rejîma Îranê, di Kurdistan Rojhilat de, bi hêcetên cur bi cur û herwiha bawerîpênekirina bi kirêgirtiyên xwe, nêzî 400 kes ji wan, ji qirêjxweriyê bêpar kirine.

Nûçegîhanê malpera Kurdistanmedia di vê derheqê de ragehandiye ku, ev kirêgirtiyên ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatine derxistin, xelkê bajarên Seqiz, Bane, Dîwandere, Kamyaran û Meriwanê ne.

Li gora vê raporê, 117 kes ji wan kirêgirtiyên derxsitî xelkê bajarê Bane, û 40 kesên din jî xelkê bajarê Seqizê ne, û yên din jî xelkê bajarên din yên Kurdistana Rojhilatê ne.

Nûçegîhanê malpera Kurdistanmedia di derbarê sedema derxistina wan kirêgirtiyan ji aliyê rejîmê ve, daye zanîne ku, berpirsên rejîmê, sedemên derxistina wê koma kirêgirtiyan vegerandiye ser hêcetên ecêb weke: hebûna xizm û kes û karên wan caşan li derveyî welat, karkirina wan li ser sînoran, hatûçûnkirina Başûrê Kurdistanê û wergiritina bertîlê.