Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê çekên giran bo deverên Kurdistanê vediguhêze

12:00 - 3 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Karbidest û navendên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê, di piroseya veguhastina çekên giran bo deverên Kurdistanê berdewamin.

Li gorî raporta ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îslamî  ya Îranê, di piroseya şandina çekên giran bo bajarên Kurdistan û nûkirina binkeyên leşkerî yên di Kurdistanê de berdewam e, û hemû rojan alavên leşkerî bo deverên Kurdistanê vediguhêze.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de ragehandiye ku, karbidestên rejîma Îslamî ya Îran, bi taybet saziya Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, ji tirsa xwenîşandana nerazîbûnên xelkê  Kurdistanê, çekên giran  bo bajarên Kurdistanê  vediguhêze.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê,  bas ji vê jî kiriye ku, karbidestên rejîma Îranê, ji tirsa hebûna hêza pêşmergê Kurdistanê, di navxweyî welat û çalakiyên hêza pêşmergê Kurdistanê, ji bilî nûkirina binkeyên leşkerî yên berê,  di piraniya cihên din yên Kurdistanê de jî, hin binkeyên leşkerî yên nû ava dike.

Rojane hevwelatiyên Kurd di bajarên cuda yên Kurdistanê de şahîdê, veguhastina çekên giran ji aliyê saziya Spaha Pasdaran a terorîst bo van deveran in.

 “Fermandariya Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, di heyamên borî de di daxuyaniyekê de ragehandibû ku, ev hewlên Spaha pasdaran, tirs ji çalakiyên hêza Pêşmergê Kurdistanê di kurahiya axa Kurditanê de, nîşan dide.

Piroseya milîtarîzekirina deverên sînorî yên Kurdistana Rojhilat ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîmê berdewam dike, û berpirsên Spaha vê rejîmê bi rengekî berdewam bas ji giritin û ewlehîkirina sînoran dikin, û herwisa rejîma Îranê, heyam bi heyam, bi berdewamî  meşqên leşkerî di derevên Kurdistanê de bi rê ve dibe.