Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di êrîşên mûşekî ên Husiyên Yemenê rol heye

12:05 - 13 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di êrîşên mûşekî ên Huiyên Yemenê yên li dijî Erebistanê rola serekî dilîze.

Roja Çarşemî 12`ê Hezîrana 2019`an, Husiyên Yemenê mûşekek ber bi balafirxwaneya navneteweyî ya Abha avêtibûn û di vê êrîşê de 26 kes birîndar bûne, ku 8 ji van kesên birîndarbûy bo çareseriyên pîzişkî bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û 18 birîndarên din jî demldest û her di cihê bûyerê de hatine çareserkirin.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, ragehandiye ku: Rejîma Îranê rola serekî di vê êrîşa mûşekî ya Husiyên Yemenê ya li dijî balafirxwaneya Abhay a Erebistanê heye, û got ev kiriyarên têkderane yên rejîma Îranê ne.

Herwisa Serheng Stad Tirkî El-Malkî Berdevkê fermî yê Hevalbendiya Erebî got: Balafirxwaneya Abha balafirxwaneyeke navneteweyî û ne leşekerî, û rojane hezaran hevwelatî û rêvîngên sivîl ji welatên coda li wir hatûçûynê dikin.

Her di vê derheqê de, Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, kiryarên wiha, bi destêverdanên rejîma Îranê hatine encam.

 El-Malikî gotiye jî: Milîşên Husî ji aliyê rejîma Îranê ve piştevanî tênkirin, û herwisa milîşên Husî jî berpirsayetiya vê êrîşê girtine bi stûyê xwe, lê, girûpa Husiyên Yemenê ev qas bi hêz nînin daku şiyana bidestveanîna çekên wiha pêşkevtî hebin, û texîm dikin ku rejîma Îranê çekên wiha giran gihandibin van.