Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di xwendingehan de sîstema “Şebab”ê ava dike

18:52 - 31 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, ji bo sîxorîkirina li ser dersxwenan de sîstema “Şebab”ê  di xwendingehan de ava dike.

 Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, ragehandiye ku, ev heyamek e ku sîstema bi navê “Şebab” ji aliyê Spaha Pasdaran a rejîmê ve di xwendingehên Îranê de hatiye avakirin.

Ev sîstema bi vî rengî ye, sîstemeke kompiyotêrî ya pêşkevtî ji bo xwendingehan dabîn kirine, û bernama taybet ya bi navê “Şebab” li ser wan kompiyoteran danîne, û kêysên wan kompiyoteran jî polomp kirine, û mafê tu kesî nîne ku dest li van kêysan bide.

Herwiha  birêveberên wan jî neçar kirine ku, ji bo encamdana karûbarên întêrnêtî  û kompiyotêrî, ji bernameya “Şebab”ê  mifahê werbigrin.

Mamostayekî xwendingehê ku nexwastiye navê wî bê eşkerekirin, ji malpera “Kurdistanmedia”yê re ragehandiye ku:“Herçend ku rejîma Îranê di medyayên xwe de ev kiryara ji bo baştir birêveçûna karûbarên dersxwanan, û perwerdekirina di xwendingehan de ragehandiye, lê arm û polompa Spaha Pasdaran a rejîmê, û herwisa ev biryarên Spaha Pasdaran ji bo bikaranîna vê bernameyê, vê yekê nîşan dide ku, ev kiryara tenê ji bo sîxorîkirinê ye, û armanca polompkirina van kêysan, jî ji bo vê ye ku dibe hindek dezgeh di nav van kêysan de danîbin  ji bo komkirina zanyariyan, û herwisa rasterast hemû dengên derdorê ji bo navendên Spaha Pasdaran bêne veguhastin, û li wir guhdariya wan bikin”.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê kiriye ku, pêş vê ku ev kompiyoterane  ji aliyê rejîmê ve bi wan xwendingehan bên dan, xwendingehan di cihê “internet”ê bi xwe “întiranet” hebûn, cudahiya van wir de ye ku bi întêrnêta rejîmê tenê melperên navxweyî yên Îranê dikarî çav lê bikî, lê di “înternêt” a berê de hemû malper dihatine vekirin.

Niha ku vê sîstema nû ya rejîmê, întêrnêta bihêz jî rakêşaye, û mamosta dikarin mifahê jê werbigrin, egera sîxorî û çavdêriya li ser mamostayan de gellek zêde kiriye.

Vî mamostayî di doma axavtinên xwe de gotiye ku: Hêviyê dikim ku mamosta ji vê pîlana rejîmê haydar bin, bila nekevine nav davka rejîmê, û di dema bikaranîna întêrnêta rejîmê gellek hişyar bin, û bi mobayl û kompiyotêrên şexsî yên xwe întêrnêta rejîmê kar nekin, da ku zanyariyên we ji bo rejîmê nehêne veguhastin.