Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê du deviya dike

16:18 - 12 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia:  Karbidestên rêjîma Îslamiya Îranê di demekê de bas ji êrişên Tirkiye bo ser Kurdên Rojava dikin û daxwaza  ragirtina êrişê dikin, ku hevdem girûpên girêdayê rêjîma Îranê, êrişî ser Rojavaya Kurdistanê dikin.

“ Mezlûm Ebdî” Fermandeyê giştiyê hêzên Sûriya Demokrat(HSD) ragihandiye: “ Li başûra dewerên di bin kontrola HSD`ê li Dêrezorê, girûpên girêdayê rêjîma Îranê, êrişî ser hêzên me kirine.

“ Ebdî” eşkere dike ku, Arteşa Tirkiyê 2 bargehên leşkerî ên Amerîka li “ Serê Kanî” û “ Girê Sipî”, kirine emanca xwe ku hêzên Amerîka ji wan ciyan wekişandibûn.

Fermandeyê Giştiyê “ HSD”ê bas dike ku heke Tirkiye êrişên xwe ranegire, emê wan hêzên xwe ku parastina girtîgehên Da`eşê dikin, wekişînin, heya bikarin can û malê welatiyan û jin û zarokên xwe biparêzin.

“ Ebdî” ragihand: “merc bo diyalogê di gel Tirkiyê, rawestandina êrişên wanin”.