Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê girevgirtiyên 21`ê Xermananê azar dide

10:54 - 8 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Piştî derbazbûna çend rojan bi ser gireva 21`ê Xermananê de, niha jî Îdareya Îtila`atê berdewam e li ser daxistina bizorî ya dukanên hevwelatiyan.

Li gora nûçeyên ku digihîjin malpera “Kurdistanmedia”yê Îtila`ata rejîma Îranê bona tolhildanê li xelkê Rojhilata Kurdistanê ku roja 21`ê Xermananê gireveke sertaserî li dijî mûşekbarana binekyên Hizba Demokrat bi rê ve birin, berdewam in li ser gazîkirina xelkê bo îdareya Îtila`atê û xelkê azar didin, û dukanên wan bi wan didin daxistin.

Her di yekem rojên piştî vê girevê, Ajansa Kurdpa ragehandibû ku sê hevwelatiyên Kurd yên bi navên “Xebat û Rişad Zendî” kurê “Xalid û Moslêm Se`îdpûr” bi tawana piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatine destibserkirin.

Îdareya bajarê Seqizê jî ji riya telefonê ve, gefa destbiserkirinê li çalakvanê medenî yên Kurd di vî bajarî yê bi navê “Eyûb Cewanpûr” bi sedema piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê xwaribû.

îdareya Îtila`ata Spaha Pasdaran, li bajarê Rewanserê jî, du çalakvanên Kurd yên bi navên “Êdrîs û Adil Muradî” gazî kiribûn û lêpirsîn derheq van de encam dabû.

Herwisa îdareya îtila`ata bajarê Bokanê jî, du hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên “Perwîz Feqî” û “Simko Sidqî” bi tawana piştevanîkirin ji gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê destbiser kiribûn.

Roja Çarşemî 21`ê Xermananê (12`ê Îlonê) xelkê Kurdistanê li ser daxwaza “Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê”, derheq nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî bidarvekirina sê girtiyên siyasî yên Kurd û bombebarana binke û baregehên Partiya Demokrat, dest bi gireva seranserî kiribûn, û her ev gireva seranserî ya xelkê Kurdistanê jî rastî bertekên tund yên hêzên îtila`atê hatiye.