Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê her sal 1 milyard Dolarî xercê terorîzmê dike

13:27 - 16 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Berpirsekî payebilind yê  Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê daye eşkerekirin ku, rejîma Îslamî ya Îranê, her sal bi qasî 1 milyard Dolarî bo piştevanîkirin ji terorîzmê pere xerc dike.

Li gorî raporta Kovara “News Week”, “Nathan Sales” berprisê hevahengkirina dijberiya li hemberî terorîzmê yê di Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê de, roja Sêşemî  13`ê Çiriya Paşîn,  di axavtina xwe de, Tehran bi piştevanîkirina malî ji milîşên cuda  yên di deverê de yên wekî, Hizbulaha Lubnan, Hemas a “Falastin”, û Husiyên Yemenê, sûçdar kir.
 
Herwisa navbirî got ku: “Îranê her sal bi qasî 700 miliyon Dolarî tenê alîkariya girûpa Hizbulahê dike, û 100 miliyon Dolarî ji  bo girûpên din yên “Falastin”ê xerc dike,  ev qas pere ku Îran xercê terorîstên din dike, li ser hev nêzîkî 1 milyard Dolarî dike”.
 
Wî berpirsê Amerîkayê  da xuyakirin ku, ev pere bi qasekî zêde ye ku, em dikarin Îranê, wekî “Dixtorê Şeytan” binav bikin. “Nathan Sales”  dibêje ku dibe, Îranê rol danîn bombeya sala 2012`an  ya li welatê “Bulgaria” ku bû sedema kuştina hevwelatiyên Îsara`îlê, û herwisa kiryara danîna bombeyê di Firansayê de û pîlana terorkirina endamekî girûpên dijber yê komara Îslamî  di Danmarkê de di heyama îsal de, û herwisa kiriyarên din yên terorîstî di cîhanê de qebûl bike û, îşare pê kir, û wî di dawiyê  de jî, Îran wekî çavkaniya afirandina aloziyê da zanîn.Ev bûyerane di demekî de qewmîne ku, dewleta Amerîkayê bi destûra birêveberiya “Donald Trump”,  serkomarê wî welatî, ji lihevkirina “Bercamê” vekişiya, û di vê demî heya niha  Koçka Spî jî, dorpêçên giran derheq bazirganiya Îranê de, îlan kirine.