Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê mijûlê ceribandina mûşekên xwe ye

13:35 - 18 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê amadekariya dike ku di hefteya bê de ceribandina mûşekî bike.

Pêka nûçeyên belavbûyî, berpirsên rejîmê ew yêke piştrast kirine û gotine ku, amadekariyê dikin bona avêtina mûşekeke mahwereyî bo esiman.

Amerîka daye zanîn ku ew karê rejîma Îranê, ceribandina mûşeka Balistîke û wekî gefekê li ser ewlehiya deverê dizane.

Berpirsên Amerîkayê dane zanîn ku pêka wan zaniyariyên bi dest anîne, wisa tête zanîn ku, teknolojiya wê bernamê ya avêtina mûşeka Balistîk a parzemînî ye, û ew mûşeke dikare Amerîkayê bike armanca xwe.

Ceribandina Mûşekan di rêkevtina Navikî ya 2015`an de, ji Îranê hatibû qedexekirin.

Deshilatdarên Amerîka, Îsraîl û welatên Erebî yên deverê, ceribandina mûşekan ji aliyê rejîma Îranê ve, gefeke mezin bo ser ewlehiya devera Rojhilata Navîn dizanin û hemû cîhanê nîgeraniyên xwe dane zanîn, bi taybetî Amerîka bernama mûşekî a Îranê, gefeke mezin li ser Rojhilata Navîn dide zanîn.