Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê şerê bedel yê xwe destpê kir

17:14 - 15 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê bi mifah vergirtin li girûpên çekdar yên girêdayî xwe di deverê de, êrîşî ser palavgehên(pazongehên) Erebistanê kir.

Husiyên Yemenê yên terorîst ku ji aliyê rejîma Îranê ve piştevanî tênkirin, berpirsayetiya êrîşkirina li ser palavgehên(pazongehên) Erebistana Si`ûdî girtin bi stûyê xwe.

Mihemed Ebdulselam Berdevkê Husiyên Yemenê yên terorîst, roja Sêşemî 24`ê Banemera 1398`an, ji kanala “El-minar” re ragihand: Ew êrîşa bo ser palavgehên(pazongehên)  nefta Erebistanê, bersivek bo Erebistanê ye ku Erebistan di Yenmenê de kuştinên bi kom encam dide.

Di rastiyê de armanca wê êrîşa ku bi balafirên bê pîlot hatiye encamandan, ku derheq berjvendiyên Îranê bûye, çimkû ji wir şûnda, Erebistan bo tijîkirina cihênefta Îranê di bazarê de, Erebistan zêdetir li hemû deman neftê dişîne, û her bi vê sebebê jî, rejîma Îranê dixwaze li ser riya wan astengiyan dirust bike.

Ew êrîşa du roj piştî encam dana “kiryarên terorîstî” ku li dijî 4 gemiyên bazerganî li berava “Fecîre” ya di Îmarata Erebî de qewmiye, û belge didin zelalkirin ku destê rejîma Îranê tevlî vê kiryarê bûye.

Berdevkê Husiyên Yemenê yên terorîst, di demekê de piştevaniya êrîşên ser palavgehên Erebistanê kir ku, berpirsên payebilind yên Amerîkayê dabûne zanîn rejîma Îran û çekdarên girêdayî wê welatî her çalakiyekî encambidin wê bersiva wan bidin.