Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê sivikatiyê bi kesayetiyên Kurd dike

16:31 - 9 Şibat 2018

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îslamî a Îranê, bi armanca sivikatîkirin bi kesayetiyên Kurd di Kurdistan a Rojhilat de, liq (çiq)a du a nûçegihaniya “Kurdpress” di bajarê Sine de ava kirine.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, berpirsên ewlekarî û leşkerî yên rejîma Îslamî a Îranê, li riya qelemfiroşên medyakarên xwe ve, hewla herifandin û sivkatîkirin bi kesyetiyên neteweyî yên Kurd di Kurdistana Rojhilat de didin.

Nûçegihanê Malpera “Kurdistanmedia”yê, di vê derheqê de eşkere kiriye ku, rejîma Îranê ji bo nasandin û herifandina kesayetiyên gelê Kurd, di torên civakî de, şerê nerm rê dixe.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê yekê jî kiriye ku, di heyama dehkên borî de, rejîma Îranê bi avakirina “Kurdpress”ê, hewl daye, da ku torên civakî yên Kurdistanê bigrin destê xwe, lê bi sernekevtina “Kurdpress” di wî warî de, bi avakirina çiqa du ya wê nûçegihaniyê û bi belavkirina duheftenameyên bi navê “Ala”yê, bi serperestiya seyîd “Behadîn Husênî”, endamê berê yê şêvra bajarê Sine, hewla bidestvegirtina torên civakî yên Kurdî didin, û herwiha dixwazin bi birêvebirina civînên li jêr navên çand û civakê bigehin xwastekên xwe.

Her di vê pêwendiyê de bas ji vê jî hatiye kirin ku, ew duheftenameya ji aliyê “Basit Şêx Ehmedî” ve tê birêvebirin, û ew jî girêdayî dezgeha ewlekariya rejîmê ye, û ji aliyê wê ve tê piştevanîkirin.

Heyameke ku rejîma axûndî bi armanca jinavbirina yekîtî û tebahiya di navbera xelkê Kurd de, dest bi şerê derûnî di torên civakî de kiriye, û heta şiyana wê hebe wê torên civakî bi qazancê xwe bi kar bînin.

Bi zêdebûna rojbiroj a kanalên Kurdî û danana potsêr û nivîsên çewt, dixwazin ku ev baweriya jidestçûyî a xwe dubare bi dest ve bînin, lê ewa xeyaleke xav e, di mejiyê çaş û kirêgiritiyên rejîmê de, û bêgûman xelkê Kurdistanê jî, li hemberî vê kiryara rejîmê de bêhelwêst namîne.