Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îslamî ya Îranê şikesteke din xwer

16:37 - 10 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Nirxa Neftê di roja Înê de, gihîşte kêmtirîn asta xwe di heyama 6 mehên borî de, û texmîn  tê lêdan ku, ew  proseya berdewam bike.

 Bilindbûna asta berhemanîna neftê, di nêzîk bûna dorpêçên aborî yên li dijî Îran û texmînên pozitîv yên derheq bi geşekirina aboriya cîhanî,  hevdem e digel egera kêmbûna  daxwazkariya mehên bê, parek in ji van sedeman  ku,  bi baweriya karnasan bûye sedema kêmbûna nirxa neftê di cîhanê de.

Roja Înê, nirxa nefta birênt kêmtir ji 70 Dolarî hate mi`amilekirin û hevdem nirxa nefta “OPEC”ê jî di heyama sê mehên borî de, kêm kiriye û gihîştiye sînorê 70 Dolarî.

 Karnasekî bazara neftê di Îranê de, ku nexwastiye navê wî eşkere be, di vê derheqê de, ji malpera “Kurdistanmedia”yê, re ragehandiye ku,  komara Îslamî  wisa hesab dikir ku, bi sedema dorpêçan, nirxa neftê di bazarên cîhanê de, wê nirxên bilindbûnê tomar bike, û welatên Ewropayî û dostên Amerîkayê jî, li dijî Amerîkayê  helwêstan digirin, lê,  siyasetên îdareya Amerîkayê  ji ber  îzin dana  kirîna neftê ji hejmarek welatan re, piroseya qutkirina kirîna nefta Îranê hêdî hêdî cihigîr dibe, û ne tenê kêmbûna neftê di bazarên cîhanî de çê nebûn belkû, berewajiya texmînan, û herwisa pêşgotinên rejîmê, nirxa  neftê dîsan  kêm bû, û ewa  wekî şikesteke din bo rejîma Îranê tê pênase kirin.

 Her di destpêka dorpêçên Amerîkayê de,  Erebistana Si`ûdî  jî, ragehand ku, bi zêdekirina asta berhemanîna nefta xwe, wê cihê betal ya Îranê wê tijî bike, û îzin nade da ku rewaş bazarê têk biçe, û hevdem Rûsiya û Amerîkayê jî asta berhemanîna nefta  xwe zêde kirin, û bi kiryar jî, hem asta berhemanîna neftê di cîhanê de, û asta daxwazkaran jî zêde bû.

Nûçegihaniya “Rouyters”ê, di raporta xwe de daye eşkere kirin ku, ev sê welatane  bi hevre, 33 milyon bermîl neft di rojê de berhem tînên, ku bixwe, rikordeke dîrokî ye.