Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîmê kombûn ji caşan re girt

17:20 - 25 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Kirêgirtiyên rejîma Îranê li Hewramanê de, civîn ji wan re hate girtin.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rêkxirawa Spaha Pasdaran ya terorîst li Sewlawa ya Merîwanê, merasimek bo caşan li Hewraman girtiye, û ji wan re axivî ye.

Ew merasim ji bo  caşan li gundê “Del” de hatiye girtin, li jêr navê “Yadwarêyê Şoheda”.

Ew merasim li mizgevta gund de bi rê ve çûye, û pasdarê terorîst serheng Xefariyan berpirsê merasimê bûye, û ji caşan re axivî ye.

Destpêka demsala Payîzê ve rejîmê di beşek ji bajarên wekî Pawe, Merîwan, Bane û Serdeşt û herêmên din ên ser bi vî bajarî dest bi komkirina kevne caş û pasdaran kiriye.  

Rejîma Îslamiya Îranê carna kombûnan bo caş û kirêgirtiyan digre, û li dijî çalakiyên Hêza Pêşmergê Kurdistanê di navxwe ya welat de wan teyar dike.