Kurdistanmedia: Rejîm li tirsê nerizayetî û egera xwenîşandana xelkê, li Bajarê Urmiyê de, rewşeke tam Polîsî pêk înaye û zêrewaniya xelkê dike.
Pêka nuçeyên giheştî, hêzên tepeserkare rejîmê li Bajarê Urmiyê bi avayê amade bo tepeseriyê û rubiru bûna li gel heçî aloziyekê, li piraniya tax û kolanên Bajar de rawstiyane.
Hêzên rejîmê bi taybet li wan taxande pitir digerin û zêrewaniya hatûçuna xelkê dikin, ku şika hindê heye xelik devra hevdu kom bibin.
Li Bajarê Urmiyê li piraniya Parkan û bi taybetî Parka Tuxm Morxy rewşa ewlehî her wekî padigana Serbazî ye.
Li taxa Kuştargah, Îslam abad, bi tewawî zêrewniya xelkê dikin .
Piştî êrişa Artêşa Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê, li piraniya Bajarên Rojhilata Kurdistanê, xelik bi nîşana piştîwaniya ji Rojava û her wisa şermezar kirina êrişa Tirkiyê, derkevtine ser kolanan û xwenîşandan bi rê xistin.
Li wan xwenîşandanan de li çend Bajaran bi hegera pêşî pê girtina hêzên tepeserkare rejîmê, alozî çêbûn û heta niha dehan kes li bajarên cuda cudaye Rojhilata Kurdistanê hatine destbiser kirin.