Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresima rêzgirtin ji şehîdên “Viyenê” li binkeya PDKÎ a Cêjnîkanê de bi rê ve çû

19:35 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Bi amadebûna beşek ji malbat, kadr û pêşmergeyên hizbê, li binkeya PDKÎ a di Cêjnîkanê de, rêûresmeke taybet ji bo rêzgirtin ji salroja  bîranîna şehîdên “Viyenê” bi rê ve çû.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî rêkevta 25`ê Pûşpera 1397`an, rêûresmek bi boneya 29.mîn salroja terorkirina rêberê lêhatî yê gelê Kurd ”Dr. Ebdulrehman Qasimlo”, û hevalên wî yê bi navê “Ebdullah Qadirîazer” nûnerê hizbê li derveyî welat, û “Dr. Fazil Resûl” dostê PDKÎ bi destê dîplomat-terorîst yên Tehranê, di binkeya Cêjnîkan ya PDKÎ de bi rê ve çû.

 Ev rêûresma bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb”, û ragirtina deqeyekê bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

 Piştre peyama Desteya Kargêrî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê rêzdar “Xalid Derwîje” endamê Desteya Kargêrî ve hate xwendin, ku tê de tevî îşarekirina bi xebat û jiyana şehîdê nemir “Dr. Qasimlo”, bas ji taybetmendiyên mezin û bandora wî li ser piroseya xebatê di heyamên berê û niha de kir.

Ji aliyekî din ve sirûda bi navê “Şehîd, Şehîd” ji aliyê du keçên bi navên “Rojîn Ehmedzade” û “Şefeq Xûbayî” hate pêşkêşkirin.

Piştre peyama hevpar ya Yekîtiya Ciwanan û Yekîtiya Jinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ji aliyê “Şaho Ehmedî” ve hate xwendin.

Di beşa dawiyê ya vê merasimê  de, helbesta bi navê “Azara Xem” ji aliyê pêşmergê hizbê yê bi navê “Ebdulrehman Yûsifî” û herwisa helbesteke din ya bi navê “Sê henase” ji aliyê pêşmergê helbestvan yê bi navê “Mamosta Bêbeş” ve hate pêşkêşkirin.