Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresimek ji bo bîranîna Dr. Şerefkendî li welatê Sweden hate lidarxistin

13:54 - 16 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Komîteya PDKÎ ya li welatê Sweden semînarek  derheq bîranîna Dr. Şerefkendî û hevalên vî  lidar xit.

Ev semînara roja Şemî 24`ê Xermanana 1397`an, di salona “Shist Terif” a li bajarê “Stockholm” bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek  bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak ya  hemû şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre peyama komîteya hizbê ya di wî welatî de ji aliyê “Kakebira Elyasî” berpirsê komîteyê hate xwendin.

Di vê peyamê detekez li ser nûkirina peymana emegnasî digel şehîd û rêbaza van hate kirin.

Di berdewamiya semînarê de “Dr. Haşim Ehmedîzade” derheq  muhim bûna kesayetiyan di nav dîroka gelan de axavit û got ku di nav neteweya gelê Kurd de jî îşare bi rola Dr. Qasimlo û Dr. Se`îd Şerefkendî kir ku dinav akadimîsyena  Kurd û bilî Kurd de jî cihê taybet yên van heye, herwisa navbirî di berdewamiya axavtina xwe de got ku, di dîrokê  de, li gorî hewcehiyên  demê kesên wisa peyda dibin ku rola xwe ji hemû kesî baştir dilîzin, û nebûna van kesan jî, serdemanekê dibe sedema lawaz bûna xebatê.

Herwisa Dr. Haşim Ehmedzade, derheq nivîsîna serpêhatiya kesayetiyên dîrokî yên Kurd de rexne ji hizb û rewşenbîran girt û got ku hekî kesekî biyanî bixwaze derheq jiyana kesên wekî Dr.Qasimlo yan jî Dr. Se`îd Şerefkendî de bizane, tu pirtûkeke bi zimanê înglîzî tune ye her bi vê sedemê ye jî hewceye ku serpêhatiya van bê nivîsandin hem wekî jiyanname hem jî di çarçêveya romanê de.

Di berdewamiya semînarê de, Dr. “Xalid Xeyatî” li ser Dr. Se`îd heya Qeli`a Koyê û derheq bidarvekiriyan û hişkbûna gola Urmiyê, civînêndesthilatdarên rejîmê di Kurdistanê de , Kolberiya Kurdan, terorîzma komara Îslamî de axavit, û herwisa got ku eva tenê hikûmeteke zalim nine belku  li eqlaniyeteke taybet çavkanî vergirtiye, ku li ser vê bingehê jî navbirî got ku ev kiryarane  girêdana bi dîrok, çand û aboriyê hene û li ser bingeheke nasnameyî e.

Dr. Xalid Xeyatî di berdewamiya axavtinên xwe de bas ji çarçêveya berevanîkirinê de çend pêşniya ji hizbê û aliyên siyasî yên Kurd re kir wekî, hebûna dîskorseke hevpar, yekgirtîbûn, hêza pêşmerge  ya neteweyî û dîplomasiya hevpar.

Herwisa di vê semînarê de çendîn partî û aliyên siyasî peyamên xwe pêşkêş kirin  ku ev jî wiha ne:

Peyama Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdisatanê
Peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê
Peyama Partiya Soslyalîst a Kurdistana - Bakûr
Payama tevgera Demokratîk ya Yarsan
Peyama Federasyona Komela Kurdistaniyan li Swîsê
Peyama hevpar ya Yekîtiya Ciwanan, Yekîtiya Jinên Demokrata Kurdistana Îran û Yekîtiya Kurdan

Ev semînara bi pêşkêşkirina du xelatan bo her yek ji Dr. Haşim Ehmedzade, û Dr, Xalid Xeyatî, ji  aliyê Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Sweden  dawî pê hat.